Encûmena Niştimanî Kurdî di civîna Emaneta Giştî ya ko doh Yekşemê 31.01.2016 li bajarê Qamişlo çê bû de, danûstandinên Cinêva3 gotûbêj kirin û piştgiriya xwe diyar kir ji çareseriya siyasî re li Welat û giringiya ku Civaka Navdewletî bi rola xwe ya tekûz rabe, da bobelata miletê Sûrî ya ji encama şer û sûrbûna rêjîmê li ser çareseriya leşkerî bidawî bike.
Encûmena Niştimanî tekezî li ser giringiya cîbicîkirina yekser ji beşê mirovî ji biryara navdewletî ya 2254an û dirêjnekirina dema danûstandinan kir, ji bo destûreke nû ji welat re bê danîn ko mafê pêkhatiyên miletê Sûrî çi milî an olî dabîn bike. Hem Encûmenê got giring e hemû berên civaka Kurdî piştgiriya nûnerên desteya danûstandinan ya Encûmena Niştimanî Kurdî bike û rola wan li ser masa danûstandinan xurt bike.
Ji aliyekî dî ve Encûmena Niştimanî coşa miletê Kurd ya ji bo imzekirinan ko doz li Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî kirin bi nav û imzekirina xwe da kêşeya Kurdî têke lîsta karê Cinêva 3 û hem rola Encûmenên xwecihî û Nûnerîtiya li Herêma Kurdistana Îraqê û ya hin dezgehên ragihandina Kurdî çi nivîskî bin yan radiyo bin yan jî televezyon bin yên ko kampanî weşandin rola wan bilind nirxand.
Jêder: Hevbendî