Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Bi dilekî xemgîn me nûçeya şehîdketina Rojnamevan û Wênekêşê gênc Mecid Elmu’edemanî bihîst, ew jî di encama bombebarana ko bajarê Dareyya roja înê amanc kir.
Nivîsgeha Raihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê, sersaxiya malbat û dost û hevalên wî dike, hem rolên wî yên qehremanî di serdema Şoreşê de bibîr tîne, ko tevli piçûkbûna temenê wî, ji destpê ve, di Şoreşê de beşdar bû. Di pey re karê ragihandinê kir û tawankariyên rêjîma Esed û di pey re yên dagîrkara Rûsya beleg dikirin.
Nivîsgeha Raihandinê ya Hevbendiya Niştimanî, dozê li Rêkxistinên Navdewletî û bi taybetî Rêkxistina Nûçegihanên Bêsînor dike, ku bi erkê xwe yê li gor pabendiya bi yasayên xwe derbarê Rojnamevanên Sûriyê rabin, nexasim ko Rojnamevan bimebest û bi awayekî rêbazkirî têne amanckirin, dako rojnamevan û ragihanvanan tune bikin.
Xwedê wî bi dilovaniya xwe şad bike
Serkeftin ji bo Şoreşa Azadî û Rûmetê
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Hevrikiya Sûriyê
Nivîsgeha Raihandinê
20.02.2016