Daxuyanıyeke Rojnamevani
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, pîrozbahiya tevaya Sûriyên Kurd dike, bi helkefta Cejna Newrozê, tevî wateyên wê yên jiyanê, û redkirina stemkariyê, û evîna azadiyê, ew wateyên guncayî bi hêvî armancên Şoreşa Sûriyê re .
Di dema Hevbendî vê pîrozbahiyê dide, tekeziyê dike ku giring e hemû gelê Sûriyê yekdest bin ji bo cîbecîkirina wate û hêviyên cejna Newrozê û yên Şoreşa azadî û rûmetê, ji bo bibe garantiya rizgarbûna ji stemkariyê û avakirina dewleteke sivîl û piralî û demoqrasî , ku mafên hemû Sûriyan bi tevahiya netew û ol û mezhebên xwe ve biparêze.
Dilovaniya xwedê ji Şehîdan re, saxî ji birîndaran re, azadî ji girtiyan re.
Bijî Sûriya, Gelê wê her azad û serfiraz be.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
21 adara 2016