Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bi tundî kuştara hêzên Esed ya der heqê xelkê bajarokê Dêr El’esafîr ya li gundewarê Şamê şermezar dike, ku heryek ji xwendigeh û nexweşxaneya wê ya tekane bi zêdetir ji 10 êrîşên asmanî bombebaran kir, û di serjimêrek destpêkî de, bûye sedema şehîdkirina bêtir ji 20 kesan, û birîndarkirina bidehan kesên din, ku di nav wan de hin karmendên pizîşkî hene û tevlî hejmarek ji jin û zarokan.
Ev kuştar tê zêdekirin li ser binpêkirinên berdewam ji rêkeftina agirbestê re, wek ketwarekê ji bona têkbirina agirbestê û bazdana ji maf û xwastek û erkên pirosêsa siyasî. Û standina rêşûnên bilez û rasteqîn Ji aliyê civaka navdewletî li hember vê komelkujiyê tê xwestin, û pêwîst e nameyên hişk û rijd bişîne li ser derencam û metirsiyên li pey vê yekê, nemaze ku binpêkirinên rêkeftinê ji aliyê rêjîmê berferehtir û zêdetir dibinn û gihiştiye radeyekê ku çi raman û wate û nirxek ji agirbestê re nemaye.
Di dema ku Hevbendî giringiya rawestandina karên dijminkarî, wek zemîneyeke serekî ji piroseya siyasî re tekez dike, lê hevdem hişyariyê dide ku ev rêkeftin ne bendeke li ser aliyekî bitenê bêyî aliyê din, û berdewamiya rêjîmê li ser encamdana tawanan li dijî xelkê sivîl dibe gef û metirsiyek rasteqîn li ser vê agirbestê û li ser pêvajoya siyasî bi tevahî, lewra pêwîst e Civaka navdewletî agahdar be li ser encam û metirsiyên vê yekê.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
31 adar 2016