Wednesday, May 7, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Dîdara Taybet

Fêsel Yûsif: Ti Carî Şêweyê Leşkerî Nabe Çareserî Ji Dijberî Û Milmilaneya Sûriyê Re

October 13, 2016
in Dîdara Taybet
Reading Time: 7 mins read
A A
Fêsel Yûsif: Ti Carî Şêweyê Leşkerî Nabe Çareserî Ji Dijberî Û Milmilaneya Sûriyê Re

Ji bo rawestana li ser dawtirîn pêşhatên têkildar bi pirojeyên hatine pêşkêşkirin ji bo rawestandina rijandina xwînê li Sûriyê, û bi taybetî yên têkildar bi bombebarana hovane ya balafirên Rûsya û Esed li bajarê Helebê, û asoyên çareseriyê, û mijara têwerdaneke leşkerî ji aliyê Amerîka de, û nirxandina karê ENKSe û rexneyên lê dibin, û têkiliya wê bi Hevbendiya Niştimanî re, her weha haziriyên ji Kongirê ENKS yê çaremîn re dibin, û sedema gurkirina PYD ji karê xwe re dijî serkirde û alîgirên Encuman.

Me ev dîdar bi birêz Fêsel Yûsif “Hevrêzkarê Giştî Yê Tevgera Çaksazî ya Kurdî Li Sûriyê” re kir:

Hûn çi pêşbîn dikin piştî ku Rûsiya dijî pirojeyê biryara Firensî ya rawestandina xwînrijandinê li Sûriyê derket, û ev bikaranîna wê ya berdewam ji Vîto re tê çi wateyê?

Ev bikaranîna Rûsiya ji Vîto re dijî biryara Ferensî , diyar dike ku pirojeyekî wan li sûriyê heye û dixwazin li seranserî Sûriyê bibin serî, bi armanca ku hebûna xwe di Sûriyê de xurtir bikin û hesabê salên dûr û dirêj bikin, û îro ji her wextî bêtir ji Opozisyona sûrî tê xwestin, çi Hevbendiya Niştimanî be yan jî Desteya Hevrêziyê  û Desteya Bilin ya Danûstandinan be, ku karibin li ser pirojeyekî rêkûpêk li hev bikin ku tevaya gel û pêkhateyên Sûrî tê de beşdar û alîkar bin, û giraniyekê pêk bînin, û di wê riyê re karibin bandora xwe li civaka navdewletî bikin û biriyarên li derveyî Encumana Ewlekariya Navdewletî derxin, da ev xwînrijandin raweste, û şoreşa gelê Sûriyê vegere daxwazên xwe yên destpêkê, yên dijî stemkarî û tekrewiyê, û avakirina Sûriyake demoqrat û fedral.

Di nerîna we de, gelo hîn jî derfeta çareseriya siyasî li Sûriyê maye?

Îro di rewşa Sûriyê de, û hebûna ev qas coreyên hêzan, ji Rûsan û Îraniyan û Amerîkanan û Tirkan û ji bilî wan jî, ez dibînim pir dijwar e ku karibin kêşeya Sûriyê bi şêweyê leşkerî yekalî bikn, ji ber di heman dema ku Vîtoyê Rûsî dijî pirojeyê biryara Ferensî derdikeve, em dibînin Tirk yên xwe dibînin piştgir ji Opozisyona Sûrî re bi Rûsan re li hev rûdinên, ev dide xuyakirin ku dawî divê çareserî siyasî be, û lihevkirinek navdewletî li ser rewşa Sûriyê çêbibe, û dawazên Opozisyonê bi kêmanî Desteya Hukumraniya Veguhêz pêk were, li gor biryarên lihevkiirina Cinêv û dema têde destnîşankirî, û di riya wê re rewş ber bi sîstemeke demoqratîk ve here, ji ber ku mjar nema ya Opozisyonê û hilanîna Rêjîmê tenê ye, û divê ev dewletên destê wan ketiya rewşa Sûriyê de bi şêweyek siyasî lihev bikin, ji ber ti carî şêweyê leşkerî nabe çareserî ji dijberî û milmilaneya Sûriyê re, bêyî lihevkirina van aliyên herêmî û nevdewletî çêbibe.

Heleb îro ji her demên din bêhtir tê êşandin, armanc ji pirkirina vê bombebaranê çiye?

Îro giraniyek mezin ya Opozisyonê di Helebê de heye, û Heleb paytexta duwemîn e di nav bajarên Sûrî de , û ew paytexta Sûriyê ya abûrî ye, ji lewra ew dixwazin Opozîsyonê têde bişkînin da çareseriyekê li gor şert û mercên xwe ferz bikin.

Gelo di nerîna we de wê Obama roniya kesk bide ji bo lêdanek leşkerî li Sûriyê berî bidawîhatina  dema serokatiya wî?

Ez ne bawerim ku rêveberiya Obama derfeta Operesyoneke leşkerî li Sûriyê bide, ji ber ku ev du xuleyên wî derbas bûn, û ew derfet nedaye, û di baweriya min de ji berê jî ne hewceyî lêdana leşkerî bû, ji ber ku tenê eger rewatî ji ser Rêjîma Sûrî hilanîba wê rewş negihaba vê asta kambax û aloz ya ku Sûrî bi tevayî gihayê.

Gelek ji çalakvanên siyasî û gel jî li kolana kurdî, ji şêweyê karê Encûmena Kurd ne razî ne, gelo çi astengî di riya çaktirkirina karê Encûman de hene?

Ezê ji encaman dest pê bikim, gotina çima Encûman biser neketiye? ev cihê pirsê ye, Encûman wek girêdanekê di nav hejmarek ji rêxistin û kesayetiyên kurd li Sûriyê de ye, serkeftin û neserketin bi hin babetan ve têkkildar e, em dikarin bêjin ku encuman di gelek waran de karê xwe kiriye û biser ketiye, mîna karê di asta Opozisyona Sûrî de, Encuman kariye gelê kurd bi têkiliyin baş bi pêkhateyên din re bihêle û bimîne beşek ji şoreşa Sûrî ya aştiyane, û li ser asta navdewletî, Encuman têkiliyên berfireh bi civaka navdewletî re pêk anîne, û dengê gelê kurd gihandiye dewletên cihên biryarê li cîhanê, lê sebaret bi hebûna Encuman ya leşkerî li ser xakê, û mixabin hebûn îro bi wê tê naskirin, ji encama bilindbûna dengê çekan li hember dengê çareyên siyasî li seranserî sûriyê. Û ez bawerim rewşa encuman ya leşkerî û rewşa gel bi tevayî jî wê ji vê rewşê çêtir ba heger aliyê PYD karîba pabend bimaya bi herdû rêkeftinên Hewlêrê û dawî ya Dihokê, lê mixabin tekrewiya aliyê PYD hiştiye beşek mezin ji kes û rêxistinên xwedî-karîn ji rêvebirina devera xwe bidûr bikievin, û helbet vî tiştî bandora xwe bi nebaşî li rewşa Encuman û ya gelê me bi tevayî kiriye .

Çi haziriyên we ji kongirê Encumen yê çaremin re hene?

Me kariye heta niha reşpelika lîsteya karûbarê siyasî amade bikin, û her weha me ya karûbarê rêxistinî jî  amade kiriye, û der barê rengê nûnertiya pêkhateyên Encumen di kongir de, nerînên cuda hebûn, lê em giyan encamê ku hejmara nûnertiya partiyan wê wek hev be, û ji bo nûnertiya jinê û xortan, hat lihevkirin ku wê rêjeya jinê 15% û ya xortan 12%be,  û ev nayê wê wateyê ku wê xort û jin tenê di çarçoveya vê rêjeyê de bin, ji ber ku hebûna wana di nav partiyên siyasî û rêxistinên din yên Encûmen de jî heye.

Gelo wê guhertin di belgenameya siyasî ya Encuman de hebe?

Di baweriya min de wê ew guhertina cewherî tunebe, ji ber ku belgenameya me ya siyasî ya berê piraniya hêviyên Encuman û gel têde hene, wek daxwazkirina Sûriyeke fedral û dîmoqrat, û tunekirina hemî pirojeyên nijadperestî yên ku li ser gelê me hatibûn çesipandin, û vegerandina mafên her kesê ku ziyan gihane wan ji encama wan pirojeyan, û sebaret bi helwesta me ya netewî kurdî, em xwe dibînin beşek ji hebûna kurdî ya Kurdistanî.

Gelo wê ti guherwtin di têkiliya we bi Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî re hebe?

Têkiliya me bi Hevbendiya Niştimanî Sûrî re di nûkirinek berdewam de ye, her ku civînên Desteya Giştî ya Hevbendiyê lidar dikevin, em bizavê dikin ji bo ku em belgenameya me ya bi Hevbendiyê re kartêkertir bikin, û nerînên Hevbendiyê ber bi piştgiriyek xurtir ji mafê gelê Kurd re bibin, da Hevbendiya Niştimanî bi giştî di hevdîtin û çarçoveyên Opozîsyonê de berevaniyê di ber mafê gelê Kurd de li gor belgenameya me ya hevbeş bike, û nûnerên me yên desteya siyasî îro kartêkertir in ji demên berê, û em dixwazin bi Hevbendiyê re mîna tîmeke hevgirtî, bi taybetî di Desteya Bilind Ya Danûstandina de kar bikin, û her çawa em xwe xwediyên nerînên Sûrî bi tevayî ne di Hevbendiyê de, divê ew jî xwe xwediyên pêkanîna hêvî û daxwazên gelê me bibînin.

Gelek dûrketin di nav we û aliyê tevdemê de vê dawiyê çêbûye, û nexasim piştî girtina wan ji serkirde û alîgirên Encuman re. di nerîna we de sedema vê dûrketinê çiye?

Ew dûrketina di nav me de çêbûye, ne me kiriye, em her dem xwediyên nerîna rêvebirina hevbeş û wekhevî ji herêma Kurdî re ne, û ev tişt wek biryar di kongireyê me yê sêyemîn de hatiye, ew ji me dûr ketin dema pabendî bi rêkeftina Duhokê nekirin, û hatin helbijartinên yekalî bi tena xwe çêkirin, û di Desteya Lêvegera Siyasê de jî xwestin nerînên xwe ferz bikin, û ev girtina ku vê dawiyê ji siyasetmedarên Kurd re, berdewamiya wê nerîna tekrewî ye, ku dixwazin tu kesî ji xwe pêve nehêlin, lê Encuman wek tevgerek xwedî dîrokeke kevn  di meydana siyasî de, heta jê tê xwe dûrî dijatî û milmilaneya aliyên Kurdî-Kurdî  dike, her dem armanca me bidestxistina mafê gelê kurd de, û belgekirina wî mafî di destûr û paşeroja Sûriyê de, û kurd bibin hevparekî sereke, dûrî nakokiyên hizbî û nerînên teng, baweriya me ev e, lê dema ev nerînên teng berdewam bin, bê guman wê li ser hesabê bercewendiyên gelê kurd bin di vê qonaxa hestyar de.  

ShareTweetSend

Related Posts

Dilbaz Berazî: Tiştê Xweş di Hunerê de ku Ew Ramanên te Dixwîne bê ku Tu Biaxive û Hemî Zimanan di Nava xwe de Hildigire
Dîdara Taybet

Dilbaz Berazî: Tiştê Xweş di Hunerê de ku Ew Ramanên te Dixwîne bê ku Tu Biaxive û Hemî Zimanan di Nava xwe de Hildigire

October 24, 2019
Ahmed Kîbar: Hunermend Beşek ji Civakê ye û bi Derdora Xwe Daxbar Dibe û Wan Bûyeran bi Şêweyekî Hunerî Dide Dîrokê da Sermedî Bimînin
Dîdara Taybet

Ahmed Kîbar: Hunermend Beşek ji Civakê ye û bi Derdora Xwe Daxbar Dibe û Wan Bûyeran bi Şêweyekî Hunerî Dide Dîrokê da Sermedî Bimînin

September 29, 2019
Mihemed Şerîf Mihemed: Hêviya me ew e Saziya “Hîtma” Bibe Dezgeheke Mezin û Hejmarek Mezin ji Xwebexşan tê de Kar Bikin
Dîdara Taybet

Mihemed Şerîf Mihemed: Hêviya me ew e Saziya “Hîtma” Bibe Dezgeheke Mezin û Hejmarek Mezin ji Xwebexşan tê de Kar Bikin

July 27, 2019
Next Post

Rêkeftina Qudseya Û Elhamê Koçbarkirinek Neçarî Ya Nû Ye Ya Rejim Ji Bo Rajeya Îranê Pêktîne

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.