Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, hewlên Rêjîmê yên ferzkirina agirbestên takalî li ser xelkê Qudseya û Elhamê yên li gundewarê Şamê şermezar dike, û wê bi pêgavekî di çarçoveya pirojeyê koçbarjirina neçarî ya berdewam li tevahiya navçeyên Sûriyê bi armanca guhertina nasnameya wê dibîne, yên bi piştgirî û hemahengiya tekûz ya digel rejima Îrana dagîrker û bi çavdêriya dagîrkeriya Rûsiya dibin.
Hevbendiya Niştimanî ltekeziyê dike li ser neyasayiya her rêkeftinekê bi armanca guhertina demografîk dibe, her weha zemînê li pêş parçekirina welat xweş dike, yan yên berovajî maf û rûmet û azadiya welatiyan dibin.
Û rêjima Esed û hevalbendên wê, tên naskirin bi xiyanet û binpêkirina agirbest û rêkeftinan, û herwiha ew hatine naskirin bi berdewamiya tawan û serkutkirinê li dijî şoreşger û sivîlan, herwiha di heman çarçoveyî de, em balê dikişinin ser binpêkirina wê ji agirbesta valakirina bajarê Dareya re, piştî dorpêçkirineke dirêj û wêrankariyeke bi mebest , ku rêjîm hêjî berdewam e û jin û zarokên girtî yên li rex xwe serbest bernade.
Rejima Esed û hevalbendên wê, siyasetek tawankarî bi armanca kuştin û koçberkirin û wêrankariyan û guhertina demografîk pêrew dike, li ser wê xeyalê dijîn ku dikarin îradeya xelkê Sûriyê bişkînin, û ew nikarin tê bi gihijin ku miletên serhildêr wê biser bikevin her çiqasî dem bi ser de biçe, û çareseriya leşkerî bêhûde ye, û wê şoreş bigehêje armancên xwe û azadî û rizgariyê bidest xwe ve bîne, heger zordar bivên an nevên.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
13 çirya pêşîn 2016z