Rêjîma Esed dora 2500 Niştecihên Qudseya Rojavayê Şamê mecbûr dike dev ji Malên xwe berdin û derkevin ber bi Idlib ve, piştî operasiyoneke bejî ko hêzên Rêjîmê û milîtanên bi ser ve pêk anîn, di heman dema ku êrîşên asmanî li ser bajêr pir kirin, û ev ya ko Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê dibîne, operasiyonên koçkirina kotekî û guhertina dîmugrafî ji bo ecindeyên derve.
Her wiha Rêjîmê operasiyoneke wek wê li bajarê Elhame yê nêzîkî bajarokê Qudseya pêk anî, tê de bermîlên teqîner û çekên qedexe bikar anîn, tako fişarê bide ser xelkên bajêr û wan koçber bike. Rêjîm bi van operasiyonan hewl dide malbatên biyanî yên alîgirên wî, li şûna Niştecihên resen bicî bike, da derdorê Şamê ji xwe re dabîn bike.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe ya îro de, hewlên Rêjîmê yên ferzkirina agirbestên takalî li ser xelkê Qudseya û Elhamê yên li gundewarê Şamê şermezar kirin, û wê bi pêgavekê di çarçoveya pirojeyê koçbarjirina neçarî ya berdewam li tevahiya navçeyên Sûriyê bi armanca guhertina nasnameya wê dibîne, yên bi piştgirî û hemahengiya tekûz ya digel rejima Îrana dagîrker û bi çavdêriya dagîrkeriya Rûsiya dibin.
Daxuyaniyê bêtir anî ziman “rêjima Esed û hevalbendên wê, tên naskirin bi xiyanet û binpêkirina agirbest û rêkeftinan, û herwiha ew hatine naskirin bi berdewamiya tawan û serkutkirinê li dijî şoreşger û sivîlan, herwiha di heman çarçoveyî de, em balê dikişinin ser binpêkirina wê ji agirbesta valakirina bajarê Dareya re, piştî dorpêçkirineke dirêj û wêrankariyeke bi mebest , ku rêjîm hêjî berdewam e û jin û zarokên girtî yên li rex xwe serbest bernade”.
Daxuyaniyê wisa bidawî bû: “Rejima Esed û hevalbendên wê, siyasetek tawankarî bi armanca kuştin û koçberkirin û wêrankariyan û guhertina demografîk pêrew dike, li ser wê xeyalê dijîn ku dikarin îradeya xelkê Sûriyê bişkînin, û ew nikarin tê bi gihijin ku miletên serhildêr wê biser bikevin her çiqasî dem bi ser de biçe, û çareseriya leşkerî bêhûde ye, û wê şoreş bigehêje armancên xwe û azadî û rizgariyê bidest xwe ve bîne, heger zordar bivên an nevên.”
Jêder: Hevbendî