Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Duhî û di dema lehengên Artêşa Azad bi erkên xwe radibûn, ji bo standina Elketîbe Elmehcûra li rojhilatê Ibte’h li gundewarê Der’a, hin qehremanên artêşa azad ji aliyên hêzên Esed û milîsên mezhebperist ve hatin dorpêçkirin, û ligor raportan ku nêzîkî 20an ji wan hatin şehîd kirin.
Di dema ku Hevbendiya Niştimanî sersaxiya malbatên şehîdan dike, hevdem destxweşiyê li qehremanî û xwerageriya artêşa azad dike, ku bi xweragerî û mêrxasî li hember êrîşên rijêma faşist radiwest e, herwiha destxweşiyê li tekoşîna şervan û şoreşgeran li ser hemû aniyan dike, ya ji bo parastina sivîlan û mana li ser piransîpên şoreşê û mafên milet ji bo bidestxistina dad û romet û azadiyê.
Ev qehreman tevlî karwanê şehîdên Sûriyê dibin, yên jiyana xwe li pêxema parastina gel û dabînkirina mafên wî kirine qurban, ku şehîdbûna wan rijdî û dakokiya me zêdetir dike ji bo dirêjîpêdana tekoşîna me ya ji bo welat û rizgarkirina gel.
Rehmet li şehîdan be, Saxî ji birîndaran re,
Azadî ji girtiyan re,
Bijî Sûriya û gelê wê bi azadî û serbilindî.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
31 çirya pêşîn 2016