Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Di çarçoveya kirdeyên zordarî yên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD de li dijî partiyên Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê, hêzêke çekdar ya bi ser PYD ve roja pêmcşembê 17.çêriya paşî/November, ketin bargeha Partiya Yekîtî Kurdî li bajarê Amûdê û çend serpereşt û kadirên partiyê yên ko li hindir bûn girtin, û ew bi aliyekî nediyar ve birin.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê van girtin û kirdeyên zordarî pirotesto dike, ew karên ko bûn rêbaza vê partiyê ji gava ko desthilatiyê bi zora çekan li herêmê dike, û ew dixwaze çi kesên rikberî xwe têk bibe li gora mêjiyê rêjîma dîktator girtin û devgirêdanê dike.
Bijî şoreşa Sûriyê ya pîroz,
Serberzî bo şehîdan, saxî bo birîndaran û azadî bo girtiyan,
bijî Sûrya û bijî miletê wê serbilind û azad.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
18.11.2016