Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Wek kopîyekî ji şêweyên zordarî û tawankarî yên Rêjîma Beşar re, milîtanên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat siyasetekê cîbicî dikin, û dixwazin devê kesên xwedan dengên azad ên ko li kêleka Sûriyê û miletê wê bi hemû pêkhatiyan rawestiyane bigirin.
ku duşemba derbasbûyî 19.12.2016an, milîtanên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat komek ji çalakvan û endamên “Partiya Dîmuqrata Kurdistanî-Sûriyê” revandin, di hewldanekê de ji bo viyana wan têk bibin û wan mecbûr bikin ko helwesta xwe biguherin û wan bi kotekî tevli refên xwe bikin, û piştî ko têk çûn di hewildanên xwe de, bi mebest agir berdan çadira wan di encamê de Izet Xelîl Mihemed û Ebdo Mihemed Hebeş û Mihsin Xelîl şehîd ketin, û çend kesên din birînên wan dijwar in.
Hevbendiya Niştimanî vê tawanê û hemû tawanên di derheqê sivîlan û endamên “Partiya Dîmuqrata Kurdistanî-Sûriyê” de pirotesto dike, û hişyariyê dide ji berdewamiya vê siyasetê ya ko têkbirina viyana gelê Sûrî amanc dike, ta ko bigihê koçkirina wan, û viyana azadiyê ligel wan têk bibin.
Hevbendiya Niştimanî sersaxiya mirovên şehîdan dike, û çareseriyê ji bo birîndaran hêvî dike, di heman çaxî de jî tekez dike ko ev tawan û hemû tawanên din yên ko di derheqê miletê Sûrî de pêk hatine, dê têkevin ber sizakirinê, û daxwazê ji dewletên xwedî hêz dike tako sîwanê ji ser vê Partiyê û milîtanên wê rakin, û rê nedin ko bêtir binpêkirin û tawanan di derheqê çalakvan û sivîlan de bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
21.12.2016