Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez kir ku girêbestên Esed ligel Îranê Ji kîsê Gelê Sûriyê ne û pûç û nerewa ne, û gelê Sûriyê bi wan pabend nîne.
Ku duhî roja sêşemê, ajansên ragihandina Îranê (hin girêbest) di navbera rijêma Îranê ya dagîrkar û desthilata Bişar Esed de eşkere kiribûn, ji wan dirustkirina toreka pêwendiyan û lîmaneke neftê, di hewlekê de ji bo derbaskirina pilanên zêdetir yên eşkere yên bi armanca dizîn û talankirina xelkê Sûriyê, û dabeşkirina paran li ser çete û milîsên terorîst yên Îranê li Sûriyê.
Hevbendiya Niştimanî ew (girêbest) şermezar kirin û hevdem bi navê xelkê Sûriyê tekez kir ku ew cihê şermezariyê ne û nayên pesendkirin dibin hîç bar û nîrekî de, û tekez kir ku ev binpêkirinin din in ji serweriya Sûriyê re, û hewleka bo xelatkirina hêzên dagîrkaran e, û bidestxistina destkeftan ji ber pişkdariya wê di rijandina xwîn û şikandina îradeya xelkê Sûriyê de.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî