Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Qada Sûriyê, ji bûyerên Helebê ve, zincîrek derencamên diltezîn dibîne, ji peydabûna nakokî û rikîtiyê di navbera hin hêzan de ku dihat çavrêkirin bibin bingeh bo peydabûna artêşeke niştimanî ya Sûriya paşerojê, lê destêwerdanên xirab yên rêxistinên girêdayî bi ajendeyên terora sînorbir, ziyan gihandin şoreşa gelê Sûriyê û derfet û behane dane destê hêzên dagîrker ji bo destêwerdanê û şêwandina armancên binirx yên şoreşa dad û rûmet û azadî û yeksaniyê.
Miletê me bi hemû pêkhate û ayînên xwe ve, ji şeş salan rabûye li dijî zilm û xordariyê, ne ji bo xizmetkirina ajendeyên êdolojî yan yên regezperistî, û nejî bo derbaskirina terora xwîndarî, û hatî şêwandun û destêwerdan ya ji derve hatî ku hîç cudahî nîne di navbera wê û rijêma tawankar ya Esed û milîs û çeteyên wê de yên bi pareyan hatîn kirîn yan jî bi niyazên kîn û tayfegeriyê hatîn.
Hevbendiya Niştimanî her ji damezarandina xwe di 2012 an de, bi xurtî pabend bûye bi Sûriya paşerojê, dewletek bajarvanî û demokrat ya bixebite ji bo maf û yeksaniya hemwelatiyên xwe, û Hevbendiyê bi carekî teror bi sercem şêwên wê red kiriye, û daxwaza dijberî û jinavbirina wê ji xelkê kiriye ji ber metirsiya wê ya mezin li ser rewştên mirovî yê gelê Sûriyê û metirsiya wê li ser giyanê lêborîn û pêkvejiyanê ya di navbera miletê me de ya rijêma Esed herdem hewl daye ji bo xirabkirin û lawazkirina wê.
Herwiha ku Hevbendiyê bi eşkera destêwerdana rêxistina Elqa’îdê li Sûriyê red kiriye ji ber ku ew hizr û boçûn û reftarek xwehr û tundrê ye û terorê ji bo armancên xwe bikar tîne, û Hevbendî dibîne ku peydabûna terorê girêdayî ye bi stûxwariya desthilata Esed û Îranê ku rabûn bi piştgiriya terorê û sînor vekirin ji bo derbasbûna terorîstan û herwiha berpirsyaretiyê têxe di stûyê aliyên xemsarî kirîn di dîtina çareseriyek bilez de ji bo Kirîza Sûriyê û Sûriya xistin qada yekalîkirina hesab û nakokiyan.
Hevbendiyê dubarekirina bikaranîna “Elqa’îde” bi navên din red kiriye û daxwaza pabendiya bi armancên şoreşê û kar li jêr sîwaneka niştimanî ya giştgîr ji hêzên leşkerî kiriye, û daxwaza rêkriziya hêzên şoreşger û leşkerî di qebarekî de kiriye ya ku bi xwe ve rewa û piştgiriyê bigire û pabend be bi piransîp û ferman û pîverên mafên mirov û yasa navdewletî ya dûr ji raman û hizr û reftar û rêxistinên terorîst.
Û şoreşa Sûriyê di qonaxên metirsîdar de derbas dibe, nemaze piştî zêdebûna destêwerdana derve û destdirêjiya hêzên dagîrkar yên ku niyazên wan eşkera dibin. ji bo Sûriya tê di bin zalgeha xwe de ji nû dagîr bikin, ku şoreşa Sûriyê hêjaye carek din tekez bikin li ser piransîp û bingehên wê yê dest pê kirî û redkirina teror û rêxistinên terorîst, ji her jêderekî û ji her êdolojiyekî be, çi rêxistina DAIŞ be ya Elnusra be yan Fetih Elşam be, ya milîsên terorîst yên Îranê mîna hizubulah û pasdaran û lîwayê “Ebû Elfedil Ele’bas” û Zeybebiyon û Fatimyon û kirêgirtiyên “Eldifa’h Elewetenî” û feyleqê pênc û rixistinên din yên terorîst û mezhebperist û cudaxwaz bin.
Di dema ku Hevbendiya Niştimanî pêvajoya guhenkariyan li gelek navçeyên bakurê Sûriyê dişopîne, dixwaze tekeziyê li ser vê yekê bike:
kiryarên destdirêjiya li dijî sivîlan û mafên wan û binpêkirinên azadiyên giştî û mafên mirov yên ji aliyê rêxistina “Fetih Elşam” û alîgirên wê dibin şermezar dike, û tekez dike ku ew beşek ji rêxistinên terorîst e, û riftara wê nayê qebûlkirin, û dikeve di rajeya Rijêmê û hevalbendên wê yên dagîrker de, û herwiha hêza milet lawaz dike li hember dagîrkerên xaka Sûriyê ya bi xwîna bihezarên şehîdan hatiye rizgarkirin.
Û daxwaza lixwegirtina pirojeyekî niştimanî yê yekgirtî ji hêzên şoreşger û leşkerî kir, li ser binyadê rewşt û piransîpên şoreşê ji bo dirustkirina artîşeka niştimanî ya Sûrî da bibe xizmetkar ji şoreşê û armancên wê re, û kar di bin sîbera wê ya siyasî ya rewa de bike, û bibe rengvedanek ji xwestek û hêviyên gel re, ji bo yekîtiyê û karê rêkupêk ligor binyat û zagonên pîşeyî.
ku şerê gelê Sûriyê li dijî rijêma Esed ya tawankar û dagîrkariya Îranê û sercem hêzên terorîst e, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku bi rijdî kar bike ji bo pêkanîna veguhestina siyasî li Sûriyê ligor daxuyaniya Jinêv û biryarên encûmena asayîşê, hevdem ligel binbirkirina terora fermî û ya sînorbir û jinavbirina jêderên wê ji sûriyê û redkirina terorê bi hemû şêweyên wê yên êdiyolojîk û tayîfegerî û cudaxwazî ji hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dikin, û kar bikin ji bo derxistina tekezî li ser yekîtiya xak û gelê Sûriyê û avakirina sîstemek dîmokratîk û aram kir, ku ev yek bingehek serekî ye ji bo dûrkirina metirsiya terorê ji navçeyê, û parastina mirovatiyê ji şerên wê û ziwakirina jêderên wê, û rê bigire li pêşiya takekes û rêxistin û dewletan ji xudankirin û piştgiriya wê.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Desteya Siyasî
26 çilê paşîn 2017