Piştî ku agirbest ket warê cîbecîkirinê li sûriyê, û piştî Tramp desthilata Amerîkayê bi dest xwe ve anî, û danûsatandinên Asîtana, û berdewamiya PYD di girtina kadir û serkirdeyên ENKS de, û sepandina bacên giran li ser hevwelatiyan ji hêla PYD.
Ji bo ronîkirina van mijaran, beşê kurdî ji nivîsgeha Hevbendiya Niştimanî Ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, ev dîdara taybet bi D. Ahmed Şewqî re, serkirdeyê berê yê Encumana Niştimanî Ya Kurd, û endamê Partiya Demoqrata Kurdistanî –Sûriya re pêk anî.
Piştî Donald Teramp bû serokê desthilatê li Amerîka, gelo wê guhertinên kûr di siyaseta Amerîka de der barê Sûriyê çêbibin, an jî wê serokê nû pabend bimîne bi rêça ku rêvebiriya berî wî li ser bû?
Birêz Tramp ji wan kesên ku riftarên wî bi zelalî nayên têgihiştin, her weha şêweyê gihiştina wî ya Koçka Sipî jî, wek serokê 45emîn yê Amerîka. Ew yekemîn kes e gotiye: “ezê giliyê nerazîbûnî derbarê nerastiya encamên helbijartinan bikin, eger ez di helbijartinan de bi ser nekevim”. Û guman li dorê çêbûne ku Rûsiya alîkariya wî di helbijartinan de kiriye, bi riya hekerkirina malperên Partiya Demoqrat , ji bilî hejmarek mezin ji kêşeyên der barê kesatiya wî, wek kêşeya sivkatiya bi jinan, û helwesta wî ya ne aqilane ji rêxistina Peymana NATO û Yekîtiya Oropayê bi giştî, û razîbûna wî ji birêz Fladînêr Potîn, û helwestên wî yên der barê koçberên diçin Amerîkayê, û helwesta wî ji Misilmanan, û ji bilî wan jî ji kêşeyên ziyanê dighînin kêşeyên gelan û bawermendiyên wan, wek helwesta wî ji dewleta Israîl û çareserkirina wê kêşeyê li ser bingeha avakirina 2 dewletan..td.. ev nîşan tevde dihêlin mirov pêşbîn bike ku wê guhertinek mezin di helwesta Amerîka de , der barê hemî kêşeyan çêbibe , yek ji wan ya Sûrî ye, û wê guhertinek ji kok ve di doseya Sûrî de hebe.
Tramp helwesta xwe ji terora Islamperest zû diyar kir, gelo çima terora Esed û ya milîşyayên bi ser wî ve di daxuyaniyên wî de tunebûn?
Tramp siyasîyekî gelêrî ye, û zanyariyên wî yên ku têra wî bikin wek serokê mezintirîn hêza cîhanê tune ne. Aliyê ku wê helwestê tevaya kêşeyên giring yên cîhanê bistîne, û di serî de kêşeya terorê, siyaseta Emerîka ya karûbarê derve ye. Tramp bi ramana xwe ya gelêrî hest dike ku terror tenê li rex wan rêxistinên misilmanperest û tevgerên wê yên çekdar e, yên ku xelkê li pêş kamîrayên telfizyonê serjê dikin, û kêmtirîn zanyariyên durust der barê rêjîmên rojhilata navîn yên ku ev tundrewiya oldarî afirandine tune ne, û ew helwesta xwe ji terorê li gor ziyanên ku ev terror kare bighîne Emerîkayê destnîşan dike, û ji lewra ez ne bawerim ku Tramp serê xwe pir bi milîşyayên bi ser rêjîma Esed ve anjî faşistbûna rêjîma Sûrî biêşîne.
Di baweriya te de gelo rêjîma Esed bi rastî dixwaze agirbestê cîbecî bike di dema em dibînin ku rojane ew li wadî Bereda agirbestê binpê dike?
Ez ne bawer im ku rêjîma Esed guh bide pirosês yan jî rêkeftina agirbestê ya ku li Enqerayê û bi serpereştiya Rûs û Turkan hatî emzakirin, û Rêjîm hêjî pişta xwe bi yekalîkirina leşkerî xurt dike, û bi taybetî piştî piştgiriya asîmanî ji Rûsya û alîkariyên leşkerî yên Îranê, û tevlî wilo jî ez bawer im ku Rûsya wê Rêjîmê neçar bike da pabendiyê bi agirbesta giştî bike, û wê rê li pêşya serkeftina kongireyê Asîtanayê xweş bike. tevlî ku ew encam wê ne li gor dilê Rêjîmê û hevalbendê wê û Opozîsyona çekdar û hin aliyên giring di Desteya Bilind Ya Danûstandinan de jî bin.
Gelo amadebûna danûstandinên Asîtanayê serkeftinek bû ji Encûmena Niştimanî ya Kurdî re di dema ku PYDê nikarîbû amade bibe?
Ji bo ez riyalîst bim, ez dibînim ku herdû aliyên kurdî li Sûriyê nikarin tiştekî bikin ku em navê serkeftinê lê bikin, ne TEV-DEM û ne jî ENKSê, TEV-DEM dest daniye ser tevaya jiyana siyasî li deverên kurdî li Sûriyê , û hevpeymanekî leşkerî yê xurt e bi Emerîka û Rûsyayê û Rêjîmê jî re, lê ENKSê tenê hebûna wê di warê razberî yê têkildar bi pirojeyê netewî yê kurdî re heye, di nav beşekî ji gel de ku piraniya wan li welatê sirgûn û koçberiyê dijîn. û sûda hebûna Encûman di kongirê Esîtanayê de, warê razberî tenê ye, û kêmtirîn destkeftên rasteqîne jî ji kurdan re bi dest naxe. lewra di baweriya min de em neheqiyê dikin dema em bêjin ku amadebûna Encûman serkeftin e, û PYDê jî di hewildanên bidestxistina rewatiyek an jî danpêdanek navdewletî de têk diçe, ji ber siyasetên wê yên cihê gumanê û pirojeyên wê yên ne riyalîst, û bawermendiyên wan yên tekrew û tund, der barê ku tevaya desthilatê li deverên di bin kontrola xwe de têxein destê xwe tenê de.
Li gor nerîna te, wê Esîtana karibe bibe dergehê ku piroseya siyasî li Sûriyê jê dest pê bike, an jî wê tenê rola wê di warê leşkerî de be?
Tekez e ku wê Esîtana destpêka pirosêsa siyasî be, û em vê dixwazin û her weha aliyên garantîkarên agirbestê li Esîtanayê jî vê dixwazin,tevlî ez bawer im ku hêzên Rêjîmê û Milîşyayên bi ser ve, û bi taybetî Îran, wê hewl bidin astengiyan di riya vê agirbestê de deynin, lê wê Rûsya vê carê rast be di hevkariya xwe de bi hemî aliyan re ji bo berdewamiya agirbestê û rêxweşkirina danûstandinên Cinêvê yên ku çavrêkirîne di heyva sibata bê de be, ji bo çareseriya siyasî ji kirîza Sûriyê re, li ser bingeha rêkeftinên navdewletî yên têkildar bi rewşa Sûrî, wek biryara 2254, û herdû rêkeftinên li Viyêna, û her weha encamên Cinêv1 ya 2012an, yên ku wê kar ji wan re piştî agirbestê bibe.
Gelo hîn jî dilê te ne aram e der barê çarenvîsa Efrînê, an jî nîşanên mizgîniya xêrê hene ku ew dever rastî metirsiyan nayê, piştî ku ji berî du hefteyan ve agirbest ketiye warê cîbecîkirinê?
Efrîn hîn jî di metirsiyê de ye, û dilê min bi ser wê û xelkên wê yên dilpak ên lê mane têşe, û bi taybetî piştî vê kombûna mezin ji girûpên tundrew li derdorên wê li Idlib û Izazê, lê ez ne bawer im ku wê rewş pir ber bi metirsîdar ve here, ne tenê ji ber çesipandina agirbestê, lê belê hêzeke rasteqîne heye ku sînorê Efrînê diparêze û nayê aqilan ku kes karibe êrîşê bibe ser Efrînê, lê belkî hin hewildan ji hêla Nusra û yên wek wê bên kirin.
Di nerîna te de banga Birîminê ya ku hin rewşenbîran dane pêwîstiyek bû di vê demê de? Anjî ew bang seqet hat ji ber ku wê herdû alî kirine wek hev, yek jê desthilatperest e û desthilatê dijî aliyê din bikar tine?
Wek kes, min li ser banga Birîminê emza nekirye, ne ji ber ku seqet e wek te got, an jî ji ber herdû alî kirine wek hev, yek ji wan desthilatperest e û wê desthilatê bi şêweyek ne aqilan e bikar tîne, lê ew bang hat ji bo bihaneyan bide hin karên li ser xakê dibin, û ew kar ziyanê dighînin cewherê kêşeya kurdî ya rewa li Sûriyê, heger ne weha be ma çi wateya wê heye ku wê bangê bi kurtî jî destnîşan nekiriye ku PYDê pirojeyên cihêngumanê dijî miletê me pêk tîne û wê bangê daxwaza rawestandina wan nekiriye.
Di nerîna te de ew beyana nerazîbûnê ya rewşenbîrên devera Efrînê pêwîst bû der barê reşnivîsa destûra ku ENKSê pêşkêş kiriye, an jî ew daxwuyanî bi şêweyek bilez hatibû?
Ew daxuyanî giring bû tevlî ku hinekî bilez jî hatibû, lê ez nabînim ewa ku ENKSê pêşkêş kiriye reşnivîsa destûrê ye, tiştê heye ENKSê hewl dide karekî bike da nerîna xwe ya yasayî tekez bike, der barê şêweyê têkiliyan li deverên kurdî li Sûriya fîdral ya siberojê, û li gor nerîna Encûmenê ya siyasî li ayindeya Sûriyê, û her weha ev gotin li ser Girêbesta Civakî ya ku Meclisa Sûriya Fidralî ya TEV-DEMê jî rast in dema bên gotin.
Hûn wek nişteciyên Efrînê, gelo ti aliyên kurdî hewl dane ji PYDê re bêjin û wê bighînin baweriyê da dest berde ji ferzkirina baceyan li ser xelkê û peyketina wan ji bo leşkerkirina li deverên ne kurdî?
Ez ne baweim ku tevaya rêxistina PYDê bi hemû beş û meyldarê xwe ve guh li tu kesî dikin, ji ber ku ew xwediyên rêbazeke tund tekrew in, û her xwe dibînin xwediyên rastiyê, û ez bawer nakim ku tu kesî tiştek ji vî rengî ji wan xwestibe.
Tu bawer dike ku PYDê piştî ku dît Rûs û Rêjîm ew wek alavekî demkî bikar anîn, wê bi hişmendiyek siyasî birame? An jî ev dijîtiya civaka kurdî jê tê xwestin û dike?
Hê zû ye ku em texmîn bikin ku wê rewşa Sûriyê bighêje çi qûnaxê, lê bi her halî kesê ku di xeyalan de ye ku wê PYDê dest ji bawerî û felsefeyên xwe yên Tobawî û pirojeyên nayên bicîkirin berde, şaş e. tevlî ku piraniya van ramanên wê ji berî bidehê salan ve têkçûna xwe diyar kirine.
Pirsek dawî, di nerîna te de eger PYDê tune ba, wê ENKSê karîba rêveberiya deverên Kurdî kiribaya tevlî nexweşiya wê ya demdirêj ya ezezîna dabeşkirina siyasî di nava wê de?
Ez bawer im ku ENKSê nediramiya û ne jî kêlîkekê raman kiriye ku deverên kurdî birêve bibe, ji ber nakokiyên kûr yên di nav pêkhate û partiyên de, li ser bêş û parkirinê, û ENKSê nikare deverên kurdî birêve bibe, ji ber ku ew xwe li ser destkeftên partîtî pelû dikin, û hêjî çanda ku hin di ser hinan re tên dîtin heye, û nakokiyên li ser lihevparkirinên rêxistinî wek nexweşiyekê di nav partiyên wê de belav bûye.