Serokê Desthila Sûrî ya demkî Cewad Ebû Heteb dubare doz li hevalên gelê Sûrî kir ko piştgiriya pirojeyên desthilatê bikin yên ko xixmeta niştecihan li hermên rizgarkirî amanc dikin, tako wan li jiyana wan ya xwezayî vegerînin.
Ebû Heteb di daxuyaneiyeke taybet de îro diyar kir ko tîmên desthilatê amade ne ji bo cîbicîkirina pirojeyan bi hûrbîniya ko tête xwestin. Destnîşan kir ko 6 milyon li herêmên bin kontrola desthilata demkî de ne û ew hewcedarî piştgiriyeke lezgîn in.
Ebû Heteb doh pêncşembê bi gerekê li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê rabû û seredana çend birêveberiyan kir û digel nûnerên wan de civiya tako pêvajoya kar bibîne û pêdiviyên wan tako xizmeteke baş ji niştecihan re pêşkêş bikin.
Serokê desthilatê digel serpereştên Encûmena dadweriyê civiya ji bo tekûzkirina çêkirina dadgehan di çarçoveya yasayî de û Ebû Heteb diyar kir ko desthilat dê çend dadgehan di hefteya bê de veke û dê dadgeha navendî li bajarê Ezazê be û dê cîgirgeha giştî û ya bijîşkiya rewayî bi ser ve be.
her weha hevdîtin digel serokê Encûmena xwecihî li bajarê Ezazê û serokê şaredariyê û birêveberê bargeha av û kehrebê civiya û mijarên çaksaziya kehrebê û avê û pak kirina karê şaredariyê bikin.
Ebû Heteb bi emîd Qasim Qasim û emîd Edîb Elşelaf û çend Efseran da plana dubarekirina kartêkirina herêm û birêveberiyan û kadiran dabîn bikin.
Û li pêvajoya ezmûneyên nîvçeyî yên peymangeha mamosteyan û Ebû Heteb got ko peymangeh 1600 şagirt derkirine bi hemû şaxan ve û got ko ev peymangeh giringiya wê di paşeroja nêzîk de heye.
Jêder: Nivîsgeha Hevbendiya Niştimanî