Serokê Desthila Sûrî Ya Demkî Cewad Ebû Heteb, careke din doz li hevalên gelê Sûrî kir, ji bo piştgiriya pirojeyên desthilatê yên ko xixmeta niştecihan li hermên rizgarkirî dikin bikin, tako wan li jiyana wan ya xwezayî vegerînin.
Ebû Heteb di daxuyaneiyeke taybet de îro diyar kir ko tîmên desthilatê amade ne ji bo cîbicîkirina pirojeyan bi hûrbînî û di dema ko tête xwestin de. Û destnîşan kir ko 6 milyon kes li herêmên bin kontrola Desthilata Demkî de hene, û hewcedarî piştgiriya lezgîn in.
Ebû Heteb doh pêncşembê, li bajarê Ezazê yê li gundewarê Helebê ger û şopandinek pêk anî, û seredana çend birêveberiyan kir, û bi nûnerên wan re civiya, da karê wan bibîne û pirsa pêdiviyên wan bike, ji bo xizmeteke baş ji niştecihan re pêşkêş bikin.
Serokê desthilatê digel serpereştên Encûmena Dadweriyê civiya ji bo tekûzkirina çêkirina dadgehan di çarçoveya yasayî de. û Ebû Heteb diyar kir ko desthilat dê çend dadgehan di hefteya bê de veke, û dadgeha navendî wê li bajarê Ezazê be, û wê dozgeriya giştî, û vekolîna bijîşkî ya tewanan bi ser ve be.
Her weha digel serokê Encûmena xwecihî li bajarê Ezazê û serokê şaredariyê û birêveberê bargeha av û kehrebê re civiya, û behsa mijarên çaksazkirina kehrebê û avê û pakkirina karê şaredariyê kirin.
Ebû Heteb bi emîd Qasim Qasim û emîd Edîb Elşelaf û çend efseran re behsa plana kartêkirina rêvberiyên herêmê û dabînkirina kadiran ji wan re kirin.
Û pêvajoya ezmûnên nîvê salê yên peymangeha amadekirina mamosteyan şopandin. û Ebû Heteb got ko peymangehê 1600 maoste amade kirine, ji hemû şaxên mamostatiyê, û got ko ev peymangeh giringiya wê di paşeroja nêzîk de heye.
Jêder: Nivîsgeha Hevbendiya Niştimanî