Sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî Antoniyo Gotîrîs diyar kir ku hejmara xelkê dorpêçkirî li Sûriyê digehêje 700 hezar kesî, hevdem ligel berdewamiya rijêma Bişar di siyaseta birçîkirina xelkê û qedexekirina gihandina alîkariyên mirovî ji wan re.
Gotîrîs di raporteka xwe de got ku tevî kêmbûna tundutîjiyê li Sûriyê piştî amezekirina rêkeftina agirbestê, lê hejmara dorpêçkiriyan digehêje nêzîkî 700 hezar kesî, û li aliyê din karsparteyê sikirtêrê giştî yê NY yê karubarê mirovî, Stîvin Obrayîn bal kişand ku rijêma Bişar astangiyan têxe li pêşiya derbaskirina alîkariyan ji navçeyê dorpêçkirî re, û diyar kir ku “hêjî agirbest li Sûriyê liber xwe dide tevlî binpêkirinên” ji aliyê hêzên Rijêmê û çeteyên wê ve dibin.
Obrayîn daxwaza fişaran li ser Rijêmê kir ji bo erêkirina derbaskirina alîkariyên mirovî ji dorpêçkiriyan re, û nabe kosp li pêşiya derbaskirina alîkariyan, û bal kişand ku “alîkariyên navdewletî bi zehmetiyek mezin digehêjin hin navçeyên Sûriyê”.
Di raporta sikirtêrê giştî yê NY de hat ku “karwanek hevbeş bi tenê yên ji ajansên alîkariyan hat pêşkêşkirin li ser 6 hezar kesî ji binyatê 930250 kesî yên pêwîst bû alîkarî bo wan bêne pêşkêşkirin ligor pilanê heyvane ya karwanên hevbeş, û ev rêje kêmtir e ji 1‰”, ev yek tê bi wateya berdewamiya êş û azarên bi hezaran xelkê dorpêçkirî tevlî berdewamiya agirbestê.
Û derbarê rewşa tirajîdîk a Wadî Bereda û Dêrazorê û Şamê, di ropartê de hat ku hejmarek sivîl hatin kuştin û 7 hezar hatin koçberkirin bi sedema êrîşên leşkerî yên hêzên Rijêmê û milîsên li ser Wadî Bereda, û herwiha ew êrîşên bimebest bûn sedama birîna ava vexwarinê ji ser derdora 5.5 milyon kesî li Şamê û derdora wê, û raportê nîgeraniya NY nîşan da li hember rewşa Dêrazorê ku zêdetir ji 90 hezar kes hatine dorpêçkirin ji aliyê rêxistina DAIŞê ya terorîst.
Ji aliyek din, hêzên Rijêmê û milîsên wê berdewam in di dorpêçkirina hemwelatiyan tevî berdewamiya rêkeftina agirbestê, û li demek pêştir jî berpirsên NY tekez kiribûn ku rijêma Esed rê li pêş derbaskirina alîkariyan ji bo navçeyên dorpêçkirî digire, û daxwaza rawestandina destêwerdana Rijêmê di dabeşkirina alîkariyên xwarinê û yên pizîşkî bo sivîlên dorpêçkirî yên li navçeyên asê dibe.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê dît ku rêgirtina hêzên Esed ji derbaskirina alîkariyên mirovî re bo navçeyên dorpêçkirî wek “tawanek şer ya bi mebest” salix da, û daxwaz ji aliyê navdewletî û rêxistinê mirovî kir ku guh nedin astengiyên hêzên Bişar û çeteyên wî.
Jêder: Nivîsîngeha ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat