Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê îro li Istanbolê bi hevkariya Peymangeha Niştimanî Dîmuqratî “NDI”, kargeheke kar der barê astengî û pirsgirêk û pêdiviyên derbiderên Sûrî, her weha ronîkirina serborên serkeftî yên dîtina kar ji penaberan re li dewletên derdora Sûriyê li dar xist.
Dîdargeh li gor siyaseta giştî ya Hevbendiya Niştimanî çêbû, ji bo danîna belgên siyesetên giştî yên hevbeş ji bo dosyayên fêrkirin, tendiristî û derbideran. Û komek ji rêkxistinên civaka sivîl û pispor û Hevbendiya Niştimanî û Desthilata Demkî tê de beşdar bibin.
Dîdargeh wê sê kargehan li ser dosyayên fêrkirin û tendiristî û derbideran li xwe bigire, Hevdîtina nuha ya ko Hevbendiya Niştimanî bi hevkariya “NDI” pêk tîne, ji bo rawestana ser pirsgirêk û pêdiviyên penaberên Sûriyê li dewletên derdor e. Her weha li rêkên çareserkirin û derketina dijî guhertina dîmugrafî li Sûriyê, piştî hewildanên rêjîmê yên li bêtir ji cihekî, dever ji niştecihên wan vala kirine, bi amanca guhertina dîmugrafî ji bo pêkanîna pirojeyên mezhebperest.
Dîdargeh bi gotina emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Ebdilîlah Fehed dest pê kir, û li ser astengiyên ko têne pêş penaberan axivî, çi yên ko bêtir ji carekê derbider bûne, an jî yên ko li dewletên cîranin û rewşa dijwar ya ko tê re derbas dibin.
Her weha serokê desthilata demkî Cewad Ebû Heteb destnîşan kir ko bandorên derûnî û civakî û jidestdana taybetmendiyên kesayetî li rex kesên çûne kampan peyda dibin, û bandora derbideriyê li ser wan û wendakirina nasnameya kesayetî li rex hin derbideran, û derketina gelek pirsgirêkên civakî li kampan.
Birêveberê herêmî yê “NDI” Lislî Kambil li ser amanca lidarxistina vê Dîdargehê axivî û got: amanc jê alîkariya Sûriyan e, da desthilatê ava bikin, û dabînkirina piştgirî û xizmetan ji wan re li her deverê.
Kambil di Dîdargehê de ya bi amadebûna pisporê Bosnî yê karûbarê Penaberan Sînad Sîbek bû, giringî da siyasetên hevbeş di vê mijarê de, ji bo gengeşekirina astengiyên mezin yên tên pêşiya veguhestina siyasî, û stengiyên ko miletê Sûrî û hêzên wî yên siyasî îro dibînin.
Û ji komên vekolînên hûrbîn, Besam Elqiwetlî li ser mijarên abûrî axivî ko ew ji pêşindeyên gengeşeyên tevaya derbideran e, got ko piraniya wan dixwazin vegerin, û hinên din tekoşînê dikin ji bo bidestxistina derfetên kar, û xwesteka hinên din tevlîbûna civaka xwe ya nû ye.
Berê jî Hevbendiya Niştimanî bi hevkariya peymangeha niştimanî dîmuqratî “NDI” kargehên kar lidar xistine, li ser siyaseta fêrkirinê û astengiyên ko têne pêşberî operasiyona fêrkirinê li herêmên rizgarkirî li Sûriyê, û li dibistanên dewletên derdora Sûriyê, û planek heye ko di demên dahatî de kargehekê li ser tendiristiyê pêkbînin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî