Duhî li roja înê û li bin navunîşanê “Xayîn e yê şoreşgeran bikuje”, bi hezaran xelkê Sûriyê li çend bajar û bajarokên rizgarkirî derketin xwepêşandanan, ji bo pirotistokirina tawan û êrîşên ji aliyê aniya “Fetuh Elşam” li dijî hêzên şoreşê dibin, û herwiha daxwaza rûxandina Rijêmê kirin.
Bi hezaran xwepêşender derketin li gundewarê Şamê li bajarên (Seqba, Dûma, û bajarokê Hemûriyê), ji bo piştgiriya xelkê navçeyên Wadî Bereda û Elmerc yên rastî êrîşên berdewam dibin ji aliyê hêzên Rijêmê û çeteyên Îranê. û xwepêşanderan daxwaza yekrêziya opozeyonê bi herdu baskên wê yên siyasî û leşkerî kirin.
Her weha xwepêşandan li bajar û bajarokên (Idlib, Me’ret Eln’ihman, Etma, Dana, Mi’ret Misrîn, Hizano, Ihsim, Biniş û Weqah) derketin, û dirûşmên şermezarkirina êrîşên li ser hêzên artêşa azad hildan .
Û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê li roja pêncşemê di daxuyaniyekê de, tawanên aniya “Fetih elşam” riswa û şermezar kiribûn, û tekez kiribû ku ew beşek ji sîtemageriya terorê ye û riftarên wê nayên qebûlkirin û dikeve di rajeya Rijêmê û hevalbendên wê de, herwiha şiyanên gel û dijberiya li hember dagîrkariya xaka Sûriyê ya bi xwîna hezarên şehîdan hatiye rizgar kirin lawaz dike.
Hevbendiyê daxwaz ji sercem hêzên leşkerî kiribû ji bo karê dirustkirina artêşeka niştimanî bikin bi awayê bikeve di xizmeta armancên şoreşê de, û kar bike li bin sîwana şoreşê ya siyasî ya rewa û hêvî û daxwazên gel ji bo yekîtiyê û karê rêkupêk li ser binyadên leşkerî yên profîşnal pêk bîne.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûrî