Li gel zehmetiyên jiyanê yên rojane yên welatiyên parêzgeha Hesekê têde dijîn, rêveberiya Partiya Yekîtiya Demuqrat PYD û rêjîma Sûrî di afirandina pirsgirêkan de berdewam in, û yek ji wan nebûna sûtemeniyê li bajar û bajarokên parêzgehê û bilindbûna nirxê wê, eger hat peydakirin.
Tev ku parêzgeha hesekê jêdera sereke ya sûtemeniyê ye li Sûriyê, di demsala zivsatanê de sûtemenî bi şêweyekî zehmet û bi nirxekî buha peyda dibe, nirxê yek litira mazotê gihştiye 125 L.S û ya benzînê gihştiye 150 L.S.
Vê kirîzê bandoreke neyênî ya mezin li jiyana welatiyan kiriye bi taybet ajokarên servîsan, mîna Ehmed Yûnis yê ji malpera me re diyar kir ku ”nebûn û buhabûna nirxê sûtemeniyê dergehê karê me roj bi roj digre û rewşa me xerab dike”.
Li ser sedemên vê buhabûnê xwediyê gaziyekê ji bajarê Qamişlo, nexwest navê wî bê eşkerekirin, got ku sedema sereke ji vê buhabûn û nemana sûtemeniyê re, qutkirina petrola ku Desteya Enerciyê ya bi ser PYD ve dida xwedanê parzûngehan.
Heman jêderî tekez kir ku Desteya Enerciya PYD petrolê bi hevkariya rêjîmê ji bo parzûngeha Baniyas û Humis di riya kemyonên barhilgir re vedughêze, û ji ber vê yekê sûtemenî li parêzgehê peyda nabe û roj bi roj nirxê wê bilindtir dibe.
Tê zanîn ku di dema dawî de rojane hejmareke mezin ji kemyonên barhilgir ji devera Rimêlan derdikevin û di bajarên parêzgeha Hesekê re derbas dibin û ber bi cihin ne diyar ve diçin.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê