Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hêzên Rêjîmê bi piştgiriya firokên cengî yên Rûsya û milîtanên bi ser dagîrkerên Îranî ve li dora 80 binpêkirinan ji agirbestê re, tenê di hersê rojên buhûrî de, kirine. ji nav wan jî bêtir ji 30 binpêkirinan li bajarê Der´a û gundewarê wê, di encamê de kuştar çêbûne û ne kêmî 47 kesan piraniya wan sivîl in şehîd ketine.
Dijminkariya li ser Der´a û gundewarê wê berdewam e, û bombebaran bi firokên cengê û yên hilîkopter û ji bingehên mûşekan û guleyên topan yên giran û nîvçeyî dibe. Taxên niştecihan yên bajêr û bajarokên parêzgehê ji nav wan jî Tefes, Til Şehab û Elhare Besra Elşam û Elsifêra û hinên din, hem jî bajarok û gundin din ko digihên herêma Ellucat amanc kirine.
Li vir divê destnîşan bibe ko gund û bajarokên herêma Ellucat rojhilatê parêzgehê ji serê heyva buhûrî de ketiye ber bombebarana bi topa giran, di rewşa dorpêçê û hewildanên dubarekirî tako têwerdana bajar û bajarokan bikin, tevli hebûna qurbaniyan û wêranî û koçkirinê.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ko metirsiyin rasteqîne gefê li jiyana sivîlan dikin, û hemû aliyên civaka navdewletî berpirsiyariya tiştê ko îro çêdibe hildigire, bi taybetî hêzên rêjîmê topa bêserûber li dijî herêmên sivîlan bikar tînin, û bêdudilî çekên qedexeya navdewletî ji nav wan jî gaza kilorê bikar tînin.
Hevbendiya Niştimanî evê dijminkariyê ya binpêkirineke ji agirbestê re pirotesto dike, û bi taybetî bipiştgiriya aliyekî dibe ko gerek ewî rêz li peymanê girtiba, êdî peymana agirbestê bi tevayî badilhewa dike û gefê li têkçûna wê bi tavayî dide.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ko giring e civaka navdewletî û Encûmena Ewlekariyê fişarê bidine ser aliyên piştgiriya rêjîmê dikin û wî bi peymana agirbestê û biryarên navdewletî yên têkildar pabend bikin, bi taybetî çend roj ji gera çarem ya Cinêvê re mane, ya ko hîç biser nakeve eger kêmtirîn rêz ji peymana agirbestê re neyê girtin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Ofêsa Ragihandinî
15.02.2017