Monday, June 2, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Dîdara Taybet

Siyamend Haco: Milîtanên PYD Li Hemû Herêman Û Bi Taybetî Yên Kurdî Bûne Destê Ewlekarî ji Rêjîmê re

March 31, 2017
in Dîdara Taybet
Reading Time: 7 mins read
A A
Siyamend Haco: Milîtanên PYD Li Hemû Herêman Û Bi Taybetî Yên Kurdî Bûne Destê Ewlekarî ji Rêjîmê re

Derbarê serdana şanda peywendiyên derve ya Encumana Niştimanî Ya Kurd bo Waşintonê, her weha vekirina ofîseke Encuman li Almanyayê, û pêşhateyên li ser asta Sûriyê û bi taybetî rewşa Kurdî, û sedemên pirkirin û gurkirina PYD ji êrîşên xwe re dijî Encumana Kurdî, û êrîşên wan ên li ser pêşmergên “Roj” li Şingalê.

Ji bo zanyariyan li ser tevaya van mijaran , beşê kurdî ji nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, ev dîdar bi birêz Siyamend Haco, endamê komîta peywendiyên derve ya ENKS, û serokê Şepêla Pêşeroja Kurd re pêk anî:

Naveroka hevdîtina we ya dawî digel berpirsiyara dosya Sûrî xanim Danyêla Şlîgil ya nivîsgeha şêwirdara Elmanî Encêla Mêrkil li Berlînê çibû?

Vexwendinek fermî ji hêla nivîsgeha şêwirdara Elmanî Encêla Mêrkil ji min re hat, ji bo zanîna rewşa Sûrî ya dawî bi giştî û encamên siyaseta tiroristî ya dawî ya Pertiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD û milîtanên wê derheqê miletê Kurd de li Sûriyê, ji revandina serpereştên Encûmena Niştimanî Kurdî û kadirên wê, û revandina xortan bi behaneya leşkeriya neçar, û şandina wan bo şerê Reqayê, û girtina nivîsgehên partiyên Encûmena Niştimanî Kurdî û yên partî û rêkxistinên wê û sotandina hinekan ji wan bi amanca tunekirina jiyana siyasî li herêmên Kurdî li Sûriyê, ew hevdîtin erênî bû, û rengek ji rengên piştgiriya Encûmena Niştimanî Kurdî û siyaseta wê bû.  

Gelo we behsa gewherê kêşeya Kurdî bi giştî li Sûriyê kir, dûrî kirdeyên PYD?

Ev ne hevdîtina yekê ye digel nivîsgeha şêwirmenda Elmanî ya ko bi piştgiriya xwe ji kêşeya miletê Kurd û siyasetên Encûmena Niştimanî Kurdî û helwestên wê re naskirî ye, her weha ew baş rewşa Kurdî li Sûriyê dizanin, lê ev hevdîtin beşê mezin jê taybet bi siyasetên teroristî yên dawiyê yên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD û milîtanên wê bû.

Berê jî hûn bi Birêt Makgork re şanderê serokatiyê yê taybet bo şerê DAIŞê li avahiya wezareta derve ya Emerîkî rûniştibûn, hûn çi ji Emerîka texmîn dikin piştî ko DAIŞ tune bike bi taybetî li Sûriyê?

Tiştê di van hevdîtinên li Emerîka digel berpirsiyarên Emerîkî ji me re xuya bû, ko pêşindeyin Emerîka yên destnîşankirî li Sûriyê hene, û nuha ew jî şerê rêkxistina DAIŞa tirorist e, û ev piştgiriya ko Emerîka ji YPG re pêşkêş dike li gorî van pêşindeyan e, û dibe ew alîkarî demkî be heta şerê xwe li dijî DAIŞê bidawî bike. Paşre wê hemû piştgiriya leşkerî ji ser YPG bibire, û dibe li ser xakê şerê wan jî bike, û tiştê vê gotinê bicih dike ew e ku heta nuha Emerîka piştgiriya wan ya siyasî û diblomasî nake.

Gelo Makgork di hevdîtinê de cidî bû, dema soz da ku ewê hewil bide nerînan nêzîkî hev bike ji bo vegera Pêşmerge wek hêzeke têxwestin ji bo şerê DAIŞê?

Ez bawer dikim ko Emerîkî bi sozên xwe re derbarê vegera Pêşmerge cidî ne, û bi taybetî bo paşeroja Sûriyê, û têkiliya vê mijarê bi berjewendiyên wan yên dûr re li deverê.

Şanda Encûmenê li Emerîka di herdu maseyên girover de yên ko navenda “Peymangeha Emerîka Ya Aştiyê û navenda Baybar Tîzan” rêkxistin kiribûn beşdar bû, tu dikarî bi kurtî ji me re li ser giringiya herdu hevdîtinan bipeyivî?

Sê navend bûn ne dudo, (Atlantic Council) jî, sê tewerên sereke yên giring bo gengeşeyê hebûn, ji wan vegera Pêşmerge û giringiya wan ji bo paşeroja Sûriyê û rola Pêşmerge di parastina Kurdan û jiyana siyasî de li herêmên Kurdî û parastina aştiya milî, û tewerê duyem rewşa herêmên kurdî li Sûriyê û siyasetên tiroristî yên ko Partiya Yekîtiya Dîmuqratî PYD û milîtanên xwe dikin, û rola wan ya neyînî di jiyana siyasî û civakî de, û tewerê sêyem li ser helwesta opozisyonê ya neyînî ji kêşeya kurdî li Sûriyê bû.

Emrîkî li gor daxuyaniyên wan, piştevaniya fedralîzmê dikin, lê ew dibêjin ku divê rêkeftin  di nav gelê Sûriyê de li ser vî şêweyî çêbibe, pirs ew e gelo wê çawa partiyên totalîtar vî şêweyî qebûl bikin?

 Siyaseta Emerîka derbarê rewşa Sûriyê  bi giştî li ser bingeha berjewendiya gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ye, û ewê di dawiyê de biryarê li ser pêşeroja Sûriyê bide, ji ber vê yekê divê siyasetmedarên Kurd zanibin ku berjewendiya gelê Kurd tiştekî sereke ye û divê doza Kurd ji karên wan yên pêşîn be û karibe baweriyê li cem dijberiya Erebî çêbike derbarê mafên netewî yê gelê me, û bi hemû şêweyan van mafan li ser bingeha hevpişkiya niştîmanî di maf û erkan de biçesepîne, û karibe bawriyê derbarê fedralîzmê li cem wan çêbike wek şêweyekî ji şêweyên desthilatê li Sûriyê, ya ku li gor surişt û taybetmendiya gelê Sûriyê tê, herwiha wê fedralîzm baştirîn çareya siyasî be ji pêşeroja Sûriyê re, û ne tenê ji bo  Kurdan, û bêyî wê dibe ku Sûriya perçe bibe.  

Piştî erêkirina Wezareta Derve ya Elmanyayê  li ser vekirina ofîsa Encumena Niştîmaniya Kurdî li Berlînê, gelo giringtirîn çalakiyên we li wê ofîsê dê çi bin? Û çi giringiya vê ofîsê ji aliyê dîplomasî û siyasî ve heye?

Ev ofîs  dê wek piştevan be ji Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encumena Niştîmaniya Kurdî re û dê alîkar be ji bo berfirehkirina pêwendiyên dîplomasî û diyarkirina  projeya Encumena Niştîmaniya Kurdî ji raya giştî ya navdewletî re.

Bi nerîna we sedema girtin û şewtandina ofîsên Encumena Niştîmaniya Kurdî û partiyên wê vê dawiyê ji aliyên baskên leşkerî yên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê çi ye?

Ez bawer dikim du sedemên sereke hene: ya yekê ew e ku tevgera Hêzên Pêşmergeyên Roj li ser sînor ku nehişt proje û ejindeyên rejîma Îranê û ya Sûriyê derbarê yekirina mihwerên xwe li Şingalê têk bir, herwiha rawestandina qaçaxiyê li ser sînor û durstkirina şêweyekî ji fişarê li ser serkirdeyên Herêma Kurdistanê. Ya duyem serdana fermî ya Encumena Niştîmaniya Kurdî bo Waşinton bû, herwiha tevgera dîplomasî ya ENKSê, û vê yekê hişt ku karvedaneke nebaş li cem PYDê çêbibe.

Sedema êrîşkirina  Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê li ser sengerên Pêşmergeyên Roj li devera Şingalê çibû?

Swedem ew e tirsa wan ji derbasbûna Pêşmerge bo deverên Kurdî li Sûriyê, û birîna rêya qaçaxiyê ya ku  PKKê bikar tîne, û nameyeke haydarkirinê ji me re bû.

Nûneratiya Encumena Niştîmaniya Kurdî di 5ê meha derbasbûyî de daxwza vekişandina hêzên PKKê ji Şingalê kir, gelo hun hêviyê ji vê partiyê dikin ku lêborînê derbarê kiryarên alîgirên xwe bixwaze?

Ez bawer nakim  ku ti coreyê hêviyê di Partiya Karkerên Kurdistanê û şaxên wê de li tevahiya Kurdistanê hebe, ev partî  ji destpêka avakirina wê de siyasetên wê li dijî gelê Kurd û xwestekên wî ne, û her kesê ku hêviya wî di projeya vê partiyê ya netewî hebe ew di xewn û xeyalan de ye, lê berûvajî, ev partî projeya netewî ya Kurdistanî têk dide, û ejndeyên rejîma Îran û Sûriyê û berjewendiyên wan û tevahiya dewletan pêk tîne, ji bilî berjewendiya Kurdî.

Piştî dana bi sedan qurbanî ji ciwanên Kurd, hûn çawa  radestkirina  gundên Minbicê bo hêzên rejîma Sûriyê ji aliyê PYDê ve dibînin?

Em wek Şepêla Pêşeroja Kurd berya niha û berya radestkirina Minbicê bi mehekê, me ragihand ku milîsên Partiya Yekîtiya Demoqratîk dê deveran rizgar bikin û radestî rejîma Sûriyê bikin, û rêkeftinek di navbera wan de heye di tevahiya deverên ku PYDê bikeve nav de, û ev yek helwesta me ya diyar ji vê partiyê diyar dike, partiya ku ejindeyên rejîma Sûriyê pêk tîne û bi hezaran ji ciwanên Kurd direvîne û wan di cengên rejîmê de dike leşker, herwiha milîsên vê partiyê bûne destê ewlehî yê rejîmê li hemû deveran, û bi taybetî li deverên Kurdî, ku bûye hêzeke tirsa rasteqîne li deverên me, û dever ji xelkên wê vala kiriye.

ShareTweetSend

Related Posts

Dilbaz Berazî: Tiştê Xweş di Hunerê de ku Ew Ramanên te Dixwîne bê ku Tu Biaxive û Hemî Zimanan di Nava xwe de Hildigire
Dîdara Taybet

Dilbaz Berazî: Tiştê Xweş di Hunerê de ku Ew Ramanên te Dixwîne bê ku Tu Biaxive û Hemî Zimanan di Nava xwe de Hildigire

October 24, 2019
Ahmed Kîbar: Hunermend Beşek ji Civakê ye û bi Derdora Xwe Daxbar Dibe û Wan Bûyeran bi Şêweyekî Hunerî Dide Dîrokê da Sermedî Bimînin
Dîdara Taybet

Ahmed Kîbar: Hunermend Beşek ji Civakê ye û bi Derdora Xwe Daxbar Dibe û Wan Bûyeran bi Şêweyekî Hunerî Dide Dîrokê da Sermedî Bimînin

September 29, 2019
Mihemed Şerîf Mihemed: Hêviya me ew e Saziya “Hîtma” Bibe Dezgeheke Mezin û Hejmarek Mezin ji Xwebexşan tê de Kar Bikin
Dîdara Taybet

Mihemed Şerîf Mihemed: Hêviya me ew e Saziya “Hîtma” Bibe Dezgeheke Mezin û Hejmarek Mezin ji Xwebexşan tê de Kar Bikin

July 27, 2019
Next Post
Firokên Rûsiya Kargeheka Dermanan Li Gundewarê Rojavayê Helebê Bombebaran Kir

Firokên Rûsiya Kargeheka Dermanan Li Gundewarê Rojavayê Helebê Bombebaran Kir

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.