Kargeha dermanan ya “Ibin Elheysem” ya li rojavayê Helebê hat bombebarankirin, û ji kar ket, û çalakvanan pêşbînî kir ku kargeh ji aliyê firokên Rûsiya hatiye bombebarankirin.
Û Ajansa “Samrt” bi rêka jêderekî taybet got ku duhî êvarî du êrîşên firokên şer bi mûşekên valahî li ser kargehê hatin pêkanîn, û ziyan gihiştin beşekî ji kargehê û karmendên wê ji tirsa dubare-bombebarankirinê reviyan, ew kargeh li bajarokê Elmensûra ye (10 k.m li rojavayê Helebê), û derman bo navçeyên rizgarkirî dabîn dikirin, û 24 demjimêran karê wê berdewam bû, û ew mezintirîn kargeha dermanan li gundewarê rojava bû.
Duhî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê di daxuyaniyekê de daxwaz ji hikûmeta Rûsiya kir ku dest ji durûtî dupîvaniyê berde, û xwe ji rola hevparê tawanan dûr bike, û kar wek aliyekî berpirsyar di ber aştiya navdewletî de bike, û çavdêrê piroseya aştiyê be, û rêzê li îradeya gelê Sûriyê di azadî û mafê çarenivîsa xwe de bigire, û herwiha daxwaz jê kir ku piştgiriya rijêma zordest rawestîne, û destêwerdanê di karubarên xelkê Sûriyê de neke.
Û Hevbendiyê dubare binpêkirinên Rûsiya yên berdewam li ser rêkeftina agirbestê şermezar kirin, û daxwaz ji Rûsiya kir ku bi erkên xwe wek aliyekî çavdêr rabe, û Îran û Rijêmê neçarî pabendiya bi agirbestê bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Samrt