Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Piştî erebeyên maynkirî û bombe û teqînan rijêma tewanbar û Rûsiya vegeriyan bombebarana yekser li gundewarê helebê, û hejmarek ji mûşekan avêtin, hin jê bombeyên goşeyî bûn, û pê bajarê Babê û gundê Terhîn armanc kirin, û bombebaran bû sedema ketina hejmarek ji şehîd û birîndaran di nav de zarok û jin hebûn.
Ev bombebarana binpêkirineke eşkere ye dermafê rêkeftina kêmkirina şer, û wek tewana cengê yekser e, ji ber ku cîgehên sivîlan armanc kir, û ew bi piraniya xwe wek berdewamiya bijardeya gurkirinê ye.
aliyên siponseriya çareya siyasî dikin û rêkeftinê li xwe digrin, divê pêngavin pêwîst bistînin, daku rêkeftinê li ser rijêmê bisepînin, û nehêlin çi binpêkirin nû çêbibe an rijêm û hevalbendên wê hewildana zimanê teror û kuştin û wêrankiruinê wek berdêl ji ber astengkirina çareya siyasî ferz bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
10 sibat 2021