Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Di bin durişma “Nerewatiya Esed û Hilbijartinên Wî” di 22 gulanê 2021, komcivîna duyemîn a jina sûrî li bajarê Efrînê bi amadebûna hejmarek mezin ji jinên çalak di karûbarê giştî û hemû waran de lidar ket.
Komcivîna duyem wek temamkirin e ji komcivîna yekemîn re, bo xurtkirina rola pêwendiyan di navbera jinên sûrî de û nirxandina serbora xebatên wan ên mezin tê, û weke tekezî ku jina sûrî hîn di şoreşa li hember rijêmê û stemkariyê de tevî hemû cureyên binpêkirinê berdewam e.
Û jinên beşdar tekez kirin ku ew şanoya hilbijartinê yaku rijêm amade dike red dikin, û gotin ku bingehên wê yên rewa di warê yasayî û siyasî de tune ne, û pîstirîn dosye di warê mafên mirovan de li bal rijêmê heye, û ji dema ku bi darbeya leşkerî hatiye ser desthilatê, piroseyên demoqrasî lidar nexistine, û jinan gavin cidî ji civaka navdewletî xwestin, daku danpêdanê bi vê şanoyê neke, û divê livek çêbibe ji bo pêkanîna veguhestina siyasî, û dest bi hilanîna Esed û rijêma wî di riya avakirina desteyeke desthilata veguhêz bibe, û kar li ser xweşkirina jîngeheke aram û bêalî li gor destûrekî serdemî û demoqrasî û li ser binyada wê hilbijartinên azad û pak lidar bikevin, û tevaya sûriyên derve û hundir di bin serpereştiya Netewên Yekbûyî û çavdêriya saziyên navdewletî de bin , daku sûrî tê de beşdariyê bikin, û jinan spasiyên xwe ji dewletên ku nexwestine ku hilbijartin li ser xaka wan lidar bikevin anîn ziman, û daxwaz ji tevaya dewletên dîtir kirin, ku helwestên weha bistînin.
Û jinên komcivînê Tawana koçberkirinên kotekî dermafê sûriyên ku ji deverên xwe yên resen bi alîkariya rijêmê û Rûsiya û Îranê li pêşiya cîhanê tevî ji malan hatine biderxistin şermezar kirin, ku di vê dawiyê de bi dehan malbatên gundê Um Batne li Qinêtirê hatin koçberkirin, û tekezî li ser liveke lezgîn bo rawestandina vî karî kirin, û gotin ku ew dijî yasayên navdewletî ye, û nasnameya civakî ya sûrî diguhere.
Û komcivînê cextî li ser xurtkirina rola jina sûrî di pirosesa siyasî de li ser bingeha daxwiyaniya Cinêvê û herdu biryarên Encûmena Ewlekariyê 2018 û 2254 bo avakirina dewleteke sivîl û demoqrasî û piralî li ser pirensîpa hemwelatîbûna yeksan kirin, yaku curbecurbûn û dewlemendbûna civaka sûrî nîşan dide, û rêzê li mafên mirovan û jinê digre, û destûrê welêt divê wî tiştî misoger bike, berovajî yasayên ku rijêma Esed yên taybet dermafê jinê derxistine.
Û komcivînê tekezî li ser pêwîstiya xebatên piştgiriya jinê kir, û ku derfet bo wê bête dan daku di tevaya sazî û partiyên siyasî û navendên çêkirina biryarê bi awayekî rasteqîn û çalak beşdariyê bike, ji bo ku jin şareza be û şiyana xwe di warê siyasî û aborî û civakî û di warên ku dikare têde xizmeta gelê sûrî û doza wî ya rewa bike rola xwe bileyze, û diyar bike ku rijêm berê û hîn jî hebûna jinê wek xemlekê li pêşiya civaka navdewletî û erebî bi kar tîne, di dema ku di tawanên kuştin û koçberkirin û girtinê dermafê gelê sûrî de bi gelemperî û jinan bi awayekî taybet de berdewam e.
Û jinên beşdar bang dan Netewên Yekbûyî û tevaya saziyên navdewletî yên mirovahî, ku kar li ser dirêjkirina biryarên derbaskirina alîkariyên mirovahî yên ji aliyê Encûmena Ewlekariyê ve derketine bo nişteciyên hewcedar bikin, ji destpêka biryara 2139 û biryara 2165 de, û giringiya vekirina tevaya dergehan, û hişyarî ji encamên bikaranîna VETO dijî dirêjkirina biryara alîkariyên mirovahî ji aliyê Rûsiya ve dan, ji ber heye ku bibe sedma bobelatên mirovahî dermafê sivîlan, û cext kirin ku divê tevaya girtiyên jin û mêr yekser wern berdan, û destê alîkariyê dirêjî kesên ji zîndanên rijîmê rizgar bûne bikin.
Û jinên di komcivînê de beşdar bûne, pêngavên cîbicîkar bo birêketina desteya jina sûrî gengeşe kirin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
22 gulan 2021