Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, nameyek arasteyî wezîrên derve yên Emerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya, Italytalya, Tirkiye, Japonya, Kanada, Erebistana Siûdî, Qatar, Mîrneşînên Yekbûyî yên Ereb, Misir û Urdun derbarê tawanên Esed yên berdewam dermafê gelê Sûriyê û pêwîstiya nûjenkirina biryara derbaskirina alîkariyên mirovahî di riya xalên sînorî re kir.
Û Elherîrî tekez kir ku rijêma Esed berpisyariya tam di ber derdeseriya gelê sûrî, çi li hundir be an li derve be, hildigire, ji ber ku hemû çekên berdest di serkutkirina şoreşa sûrî de bikar anîne, tevî çekên kîmawî û dorpêçkirin û birçîkirinê.
Û Elherîrî cextî li ser giringiya dirêjkirina biryara Encûmena Ewlekariyê hejmar 2533 ya derbarê şandina alîkariyên mirovahî di riya xalên sînorî re kir, û tekezî li ser şandina alîkariyên hawarçûnê di riya çar dergehên sînorî (Bab Elselamê, Bab Elhewa, Yeirobiyê û Elremsa) re kir, her weha zêdekirina dergehê pêncemîn li bajarokê Til Ebyed li parêzgeha Reqayê daku gihîştina alîkariyan bo hejmara herî pêkan ji hewcedaran misoger bibe.
Û Elherîrî dît ku girîngiya nûkirina biryara navdewletî ya ji bo hewcedariyên rasteqîn û berdewamiya pêşkêşkirina alîkariyên mirovahî û bizîşkî di rewşa mirovahî û aborî ya dijwar de tê, û bi ser de di dema bêtara vîrosa korona de.
Û hişyarî ji rola Rûsiya da ku careke din nebe rêgir li pêş nûkirina biryarê, û bal kişand ser ku ger biryar neyê nûjenkirin dê bibe sedema bobelateke mirovahî ya mezin li gor hejmara mezin ya derbideran li deverên rizgarkirî.
Û daxwaza rêşûnên derveyî Encûmena Ewlekariyê, ger bên xwestin, ji dewletên dost kir, daku gihandina alîkariyên mirovahî di riya xalên sînorî re bo hewcedarên Sûriyê misoger bibe, û gelê sûrî ji tawanên cengê yên ku rijêm û hevalbendên wê têde berdewam in bête parastin.
Û tekezî li ser pêwîstiya piştgiriya mîkanîzmên piratîk di çarçoveyeke demî de bo cîbicîkirina tam ya biryara Netewên Yekbûyî 2254 kir, nemaze avakirina hikumdariya veguhêz bi hemû karînan yaku bibe maka veguhastina siyasî li Sûriyê.
Û daxwaza bikaranîna tevaya amûrên pêkan bo sepandina fişara rasteqîn li ser rijêma Esed kir, daku maf bide saziyên wek Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor ku yekser bighêje navendên girtinê ji bo ku li rewşa girtiyan temaşe bike, û fişarê ji bo rizgarkirina jiyana bi sedhezarên girtiyan bike, û wan bi awayekî yekser serbest berde.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî