Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî xweşhaliya xwe bi daxwiyaniya wezîran ya taybet bi Sûriyê diyar dike, û cextiyê li ser giringiya pabendbûna tevaya aliyan bi xalên girêdayî bi cîbicîkirina biryara Encumena Ewlekariyê hejmar 2254 dike, tevî piştgiriya agirbestê û rawestandina dijminkarî û tawanên berdewam dermafê sivîlan ji aliyê rijêmê ve, her weha karê li ser gihandina alîkariyan bê astengî û bi awayekî ewle birêve biçe, û rijdiya li ser yekbûna Sûriyê û saxlemiya xaka wê.
Hevbendiya Niştimanî careke din tekez dike ku vê daxwiyaniyê û çi biryarên dîtir ên girêdayî bi karûbarê Sûriyê, rêya xwe berve cîbicîkirinê nabînin, ger mîkanîzmên navdewletî yên rasteqîn ava nebin, û bi awayekî cidî li ser zemînê neyên sepandin, li kêlek kartêkerkirina doseya sizakirina navdewletî li ser tawanên cengê yên ku rijêma kujer ji deh salan de pêk tîne, û di serî de tawnên rijêmê yên kîmawî yên ku raporên navdewletî tekez kirine.
Hevbendiya Niştimanî tekeziyê li ser pêwîstiya misogerkirina agirbestê û parastina sivîlan û hilanîna dorpêçkirina nû yaku li ser taxên Deraa Elbeled hatiya danîn dike, û nehêle tawaneke koçberkirina nû peyda bibe, û cextiyê li ser pêwîstiya nûjenkirina biryara derbaskirina alîkariyan di riya dergehên sûrî re bi şêweyekî azad dûrî kontirola rijêma kujer û çeteyên wê yên gendel dike.
Hevbendî pêwîstiya avakirina mîkanîzmeke navdewletî yaku veguhestina siyasî li Sûriyê li gor biryara 2254 tekez dike, ji ber ku veguhestina siyasî take-çareya ku dê di bidawîkirina derdeseriyên gelê sûrî de alîkar be, û ewlehiya gelê sûrî misoger bike, û hêviyên vî gelî pêk bîne, û xelkê sûrî vegere deverên xwe û hêviyê ji wan re vegerîne, û cîbicîkirina wê biryarê dê aramiya deverê misoger bike, û aştiyê lê belav bike, piştî ku welat ji rijêma tawanbar, her weha ji beleyên ku rijêmê anîne serê wî di riya milîsên terorist û mezhebî re, rizgar bibe.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
30 hezîran 2021