Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tawana kuştina çalakvan Emîn Îsa Elelî endamê Partiya Dîmoqrat ya Kurdistanî-Sûriye şermezar dike, û tekez dike ku ev kiryar berdewamiyeke ji rêbaza tawanê re yaku milîsên PYD yên terrorîst bikar tînin e, û ev kiryar ji siyaset û hişmendiya rijêmê wergirtine, tevî operasyonên kuştin û revandin û îşkencekirin û koçberkirinê.
Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê ji malbat û hevalên pakrewanê ku piştî rastî îşkenceyeke hovane hatiye di dema girtina wî di zîndanên wan milîsan de canê xwe ji dest daye re pêşkêş dike.
Hevbendiya Niştimanî berpisyariya civaka navdewletî tekez dike, derbarê piştgirî û parastina ji milîsên ku bi rêxistina PKK ya rerrorîst ve girêdayî ne re pêşkêş dike, her weha tekeziyê li ser pêwîstiya jihevêxistina hemû destekên wê rêxistinê û rawestandina tawanên wê û serbestberdana tevaya sivîlên di girtîgehên wan milîsan de û birîna piştgiriya ku ji aliyên navdewletî ve werdigre dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
30 hezîran 2021