Ofîsa Karûbarê Penaber û Koçberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîneke ji dûrve li gel nûnerên Encumena Bajarê Humsê li Dewleta Libnanê li dar xist, û bi wan re behsa rewşa penaberên Sûrî li Libnanê kir.
Û di civatê de Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî û Cîgira Serok Ruba Hebûş û Hevrêzkarê Ofîsê Ednan Rehmon amade bûn.
Û hevdîtinê giringî da rewşa penaberên Sûrî li Libnanê û derdeseriyên ku di hin waran de rastî wan penaberan tên, nemaze di karta hînkirinê û ya tenduristiyê de, ji ber ku klînîkirina bizîşkî û derman buha ye, û penaberên Sûrî nikarin barê wê bihabûnê hilgirin, nemaze di dema ku bêhtirê navendên bizîşkî yên girêdayî saziyên mirovahî û Netewên Yekbûyî piştgirî ji ser wan hatiye birîn.
Û Nûnerên Encumena Bajarê Humsê li Libnanê derbarê pirsgirêkên xerckirina alîkariyên diravî bo kesê penaber terxankirî ya bi 27$ an destnîşan kiriye, tekezî li ser giringiya axaftina bi Netewên Yekbûyî re kirin, ji ber ku aliyên Libnanî wan alîkariyên diravî bi bihaya banka navendî xwirde dikin, yaku li ba wê nirxê her dolarekî 3900 leyreyê Libnanî ye, di dema ku bihayê wê ya rasteqîn di bazarê de sînorê 16 hezarî derbas kiriye, ew jî bû sedem ku penaber nikarin pêdviyên xwe yên jiyaneyê dabîn bikin.
Û li ser hejmarek ji bendên ji aliyê desthilatên Libnanî ve li ser penaberan hatine sepandin wek: mafê kar, bacên berdêla bicîbûnê, mafê hînkirinê û yê veguhestinê axivîn, û cext kirin ku ev kiryar di nav hewldanên vegera penaberan bi awayekî kotekî de tên, şêweyên ku Hikûmeta Libnanî yaku milîsên Hizbullah yê Libnanî kiriya bin kontirola xwe de bikar tîne.
Û bal kişandin ser ku danûstandina xirab bi penaberên Sûrî re li Libnanê li ser daxwaza rijêma Esed û hevalbendên wê yê Îranî bikar tê, daku penaber ji neçarî vegerin Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî