Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî îro hevdîtinek şêwirdarî li gel çalakvanin ji parêzgeha Derra lidar xist, û têde behsa pêşketinên dorpêçkirina ku rijêma Esed li ser sivîlên li wê deverê disepîne kir.
Û di hevdîtinê de Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî û Cîgira Serok Ruba Hebûş û Emîndarê Giştî Ebdilbasit Ebdilletîf û Serokê Desteya Niştimanî ya Girtî û Windayan Yasir Elferhan û Hevrêzkarê Ofîsa Belge û Lêkolînan Riyad Elhesen amade bûn, her weha hejmarek ji rojnemevan û lêkolînerên Sûrî amade bûn.
Û Elherîrî di hevdîtinê de cextî li ser giringiya pêwendiya li gel aliyên navdewletî yên çalak bo hilanîna dorpêçkirinê ji ser xelkê Deraa û bidawîanîna lîstika Esed bi jiyan û samanên sivîlên Sûrî kir, û ji dewletên rewşa deverê li xwe girtine daxwaza pabendiyê bi rêkeftinên ku li ser îmze kirine kir, û ji dewletên dost û civaka navdewletî xwest ku pêngavin rasteqîn yên ku stemkariya Esed bi dawî bike bavêjin.
Û amadebûyan tekez kir ku armanca rijêmê ne tenê bidestxistina wan sed perçeyên çekan e weku hatiya ragihandin, lê ew dixwaze ciwanên Deraa ji erdê parêzgehê biderxîne û milîsên mezhebî bîne bajar û bajarokên wê, û tekez kirin ku ciwanên Deraa çi awayê diyalogê berî hilanîna dorpêçkirinê red dikin, û bal kişandin ser rola Rûsî di bicîneanîna rêkeftinan de û handana rijêmê li ser dorpêçkirinê di riya şandina rayedarekî Rûsî nû bo deverê yê ku bi navê Esed Ellah Ozbikî naskirî re, ewê ku li vê dawiyê serpereştiya koçberkirina hin malbatan ji navçeya Um Batine li gundewarê Qinêtirê kiriye.
Tê zanîn ku parêzgeha Deraa ji neh rojan de ji aliyê milîsên Esed û milîsên Îranî yên di bin pir navan de xwe vidişêrin wek Tabûra Çaremîn û Asayîşên Asîmanî û milîsên El’erîn û yên dîtir ve rastî dorpêçkirinê tê, û dorpêçkirin dibe sedema xirabûna rewşa 11 hezar malbatî ji malbatên parêzgehê, nemaze di warê keresteyên bingehîn û keresteyên bizîşkî û dermên de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî