Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî pêwendiyeke telîfonî bi hejmarek ji xwendekarên Sûrî yên li Urdunê ser ketine re bi amadebûna Cîgira Serok Ruba Hebûş û Hevrêzkarê Ofîsa Karûbarê Penaber û Koçberan Ednan Rehmon lidar xist.
û Serokê Hevbendiya Niştimanî pîrozbahî ji wan û malbatên wan re pêşkêş kir, û tekez kir ku Sûrî li her derê û herdem serkeftî û berçav in, û dît ku xwendekarên Sûrî herdem jêdera şanaziyê li bal hemû sûriyan in.
Û Nûnerê Hevbendiya Niştimanî li Urdinê, Tariq Ebas, pîrozbahî ji xwendekarên serkeftî û yên ji zanîngehê derçûne re pêşkêş kir, xwendekarê serkeftî jî: Asim Hezînî, Hesen Rehmon, Ebdilrihman Zên Elabidîn û Diyai Elmihamîd bûn, yên ku pileyên bilind di kolîjeyên ku lê dixwandin de li Urdinê wergirtine, û bawername bi navê Hevbendiya Niştimanî ji wan re pêşkêş kirin.
Û Elherîrî bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî hewl û xebatên xwendekaran di warê fêrbûn û amadekariya bo avakirina Sûriya pêşerojê bilind dinirxîne, û tekezî li ser amadehiya Hevbendiyê di warê pêşkêşkirina piştgiriya tam bo wan kir, daku di serkeftinê de berdewam bin, û di jiyana xwe de pisporiyên têr û tesel werbigirin.
Û Elherîrî spasiya xwe ji Hikûmet û gelê Urdinê re li ser mêvandariya wan ya rûmetdar bo penaberên Sûrî pêşkêş kir, her weha li ser pêşkêşkirina alîkarî û piştgiriyê yên hiştine ku xwendekarên Sûrî xwendina xwe temam bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî