Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, birêketina Desteya Jina Sûrî, ji bo ku ketwarê jina Sûrî pêşde bibe ragihand, û daku mafên wê bête parastin, û beşdariya jinê di çêkirina biryarê de misoger bibe, û pirensîpa hemwelatiya yeksan û çalak di civata ku têde dadwerî û wekheviya derfetan pêk were.
Û ev raghandina di riya daxwiyaniyeke devokî re li ser mapera fermî duh hate weşandin, û têde hate diyarkirin ku avakirina Desteyê piştî danûstandinên berfireh û workşop û hejmarek ji hevdîtinan bû, yên ku Ofîsa Jinê di Hevbendiya Niştimanî de karê avakirina wê li gor encamên Kombendên Jina Sûrî birêve birine, kombendên ku li vê dawiyê li deverên rizgarkirî bi beşdariya hejmarek ji jinên çalak di warê karûbarê giştî de lidar ketine.
Û avakirina Desteyê li ser bingeha temîniyên ku ji aliyê wan kombendan ve derketine hat, bi armanca ku pirên hevkarî û hevrêziyê di navbera Jinên Sûrî û hemû kesên ku baweriya wan bi şoreşa Sûrî û azadî û demoqrasiyê li Sûriyê û derve heye de çêbikin.
Û Hevbendiyê tekez kir ku Desteya Jina Sûrî saziyeke niştimanî ye û di karûbarê jinê de pispor e, û kar li ser misogerkirina mafên jinê yên destûrî û yasayî dike, daku jinê di warê siyasî û civakî û aborî de bihêz bike, û gihiştina wê di beşdariya çalak de û di çêkirina biryarê de jî misoger bibe.
Û diyar kir ku Deste dê li deverên Sûrî yên rizgarkirî kar bike, û bizavê bike ji bo ku piran di navbera jinên Sûrî de li tevaya cîhanê ava bike.
Û got ku Deste pirojeyeke stratîcîk e û ji niha de dest pê dike ta bighê piştî veguhestina siyasî û gihiştina qonaxa Sûriya demoqrat û piralî, yaku têde hemwelatiya yeksan cî bigre, û rola jinê û cihê layiqî wê têde hebe.
Û Hevbendiya Niştimanî cext kir ku roleke jinê ya mezin di şoreşa Sûriyê de hebû, û ew rol hîn jî beşekî ku cuda nabe ji vê şoreşa gewre û girêdana wê yekser e bi gelê Sûrî re û nûnertiya wê şoreşê ji hêviyên wî re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî