Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civînek li gel tîmê Birêtanî yê taybet bo Sûriyê lidar xist, û pêre behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî kir.
Û di civatê de Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî û Hevrêzkarê Têkliyên Derve Ebdilehed Istêfo û Nûnerê Birêtanî Taybet bo Sûriyê Jonathan Harganrez û Berpirsê Siyasî di Balyozxaneya Birêtanî de Li Beyrûtê Sophie Newman amade bûn.
Û civatê giringî da ser rewşa doseya Sûrî di guhartin û pêşketinên navdewletî de, û giringiya nûjenkirina biryara derbaskirina alîkariyên mirovahî bo hewcedarên Sûriyê di riya dergehên sînorî re.
Û amadebûyan gurkirina li Başûrê Sûriyê û dorpêçkirina Deraa ya nû ji aliyê hêzên Esed û milîsên Îranî bi serpereştiya Rûsî û xirabbûna rewşa mirovahî a derdorî 11hezar malbatî dorpêçkirî li Deraa Elbeled behis kirin.
Û amadebûyan rewşa niha li Başûrê Libnanê û karê Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî û binpêkirinên milîsên PYD li Bakurê Rojhilatê Sûriyê gengeşe kirin.
Û Elherîrî tekezî li ser giringiya karê Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî kir, û bal kişand ser baregeha nû yaku hatiye amadekirin, û pêwendiyên li gel xelkê deverê yên ku bi awayekî yekser çêdibin, ew jî duristiya karê Hevbendiyê xurt dike, her weha giringî da vegera bo deverên rizgarkirî û karê yekser li wir û guhdana dozên cîbicîkar li kêlek Hikûmeta Sûrî Ya Demkî.
Û Elherîrî got ku çavên me bo xizmetkariya nişteciyan û rêxistinkirina jiyana wan li deverên rizgarkirî vekirî ne, li kêlek hevkariya li gel civaka navdewletî û dostan.
Û Elherîrî bal kişand ser ku biryarên Netewên Yekbûyî û di serî de daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254 û biryarên derbaskirina alîkariyên mirovahî movikên siyasî ne, û çênabe dest pê bibin, û got ku Rûsiya hewlên xwe di riya doseya dergehên mirovahî re dike, daku fişarê li civaka navdewletî bo vekirina dergehekî nû li pêşiya rijêmê bike, û têkliyan pêre vegerîne.
Û tekez kir ku biçûkkirina doza Sûriyê di doseya mirovahî de pirosesa siyasî radiwestîne, û dît ku doza dergehan girîng e li kêlek kartêkerkirina pirosesa siyasî û pêşdebirina wê bo cîbicîkirina biryarên navdewletî û avakirina desteya hikumdar ya veguêz bi tevaya bikêrhatên wê yên cîbicîkar.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî