Ofîsa Yekîtî û Sendîkeyan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li gel Wezareta Perwerde û Hînkirinê ya Tirkî di riya pêwendiyeke telîfonî re, behsa mijara mamosteyên Sûrî yên xwebexş yaku li vê dawiyê axaftin li ser çêbûne kir.
Û Wezareta Perwerde û Hîkirinê ya Tirkî got ku kontirata mamosteyên Sûrî ji heyva temûza bê de wê bi dawî dibe.
Û Wezaretê got ku niha civatan li gel Saziya UNICEF û Heyva Sor a Tirkî lidar dixe, ew jî bi armanca ku behsa doseya mamosteyên Sûrî yên xwebexiş dike.
Û Wezaretê ji ofîsa Hevbendiyê re tekez kir ku çênabe bête gotin ku karmandiya mamosteyên Sûrî bi dawî bûye, lê mijar hîna tête xwendin, û wê mijarê li gel aliyên piştgir û tîkildar re gengeşe dike.
Û Wezaretê axaftina xwe bi hin temîniyan bidawî kir, wek: piştguhkirina çi agahî an nûçe derbarê mamosteyên Sûrî nemaze nûçeyên ku ne ji hêla aliyên fermî ve hatine derketin, û got ku Wezaret dê tevaya agahiyên bi vê mijarê ve girêdayî raghîne.
Û li gel Ofîsa Yekîtî û Sendîkeyan derbarê berdewamiya pêwendiyan di mijara mamosteyên Sûrî yên xwebexş li Tirkiyê lihev kirin, yên ku hejmara wan derdora 13 hezar mamosteyî ne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî