Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bitêketina Desteya Niştimanî ya Ciwanan ragihand, ev desteya jî saziyeke niştimanî serbixwe ye, û dihêle ku ciwan di çêkirina biryara siyasî de hisedar û berhemdar û alîkar bin.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku deste dê wek çarçoveya ku hemû guhdanên girêdayî ciwanan vehewîne, û jîngeheke civakî bo wan dabîn bike, û wan hembêz bike, û destpêşxiriyên wan han bide, û xebatê li ser xurtkirina karînên wan bike.
Û Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku birêketina Desteyê piştî lidaerxistina komcivîn û workşopên curbecur yên ku girîngî dane dozên ciwanên Sûrî û karûbarên wan li deverên rizgarkirî hat, wek: fêrkirin û aboriyê û rewşa jiyaneyî û çalakiyên siyasî û sivîl yên ku beşekî berfireh ji ciwanên Sûriyê têde beşdarî kirine.
Û bal kişand ser ku ev Deste ji encama herdû komcivînên ciwanên Sûrî yê yekemîn û duyemîn hat, yên ku li deverên rizgarkirî di çarçoveya xurtkirina tevlîbûna wan ciwanan di jiyana siyasî de lidar ketine, û tê tekezî li ser giringiya rola wan di qonaxa niha de kirin, ji bo ku piştgiriya laşên wan yên siyasî û şoreşgerî bibe, û ji şûnmayên desthilata Esed xilas bibin, desthilata ku hîn azadiyê qedexe dike, û rola ciwanên xwedî şiyan û enerciyên avakirinê nahêle.
Û Hevbendiya Niştimanî cextî li ser baweriya xwe bi rola ciwanên Sûrî û şiyan û karînên wan û mafên wan yê rewa di damezrandin û avakirina Sûriya azad û demoqrasî kir.
Û Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku Desteya Niştimanî ya Ciwanan dê li deverên Sûrî yên rizgarkirî bixebite, û dê kar li ser çêkirina pireyan di navbera hemû ciwanên Sûrî li derve û hundir bike, daku bingeha sereke be, yaku dê beşdariya ciwanên sûrî di avakirina dewleta sûrî ya demqrasî û piralî de misoger bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî