Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Êrîş û gurkirina berdewam ji aliyê rijêmê û Rûsiya û Îranê ve li ser gundewarê Idlib û Helebê û pêşketinên bi dirêjiya hefteyên bûrî niyeta pîs bo gurkirina berve metirsîdariyê diyar dike.
Berdewamiya kuştinê dermafê gelê Sûrî bi dirêjiya deh salan ji aliyê rijêma tawanbar û rijêmên derveyê yasayê ve nayê wateya ku ew kuştina bibe tiştekî normal, lê divê civaka navdewletî hîn bêhtir bilive, ne ku sist û xemsar bimîne.
Êro 8 sivîl şehîd ketin, û di nav wan de malbatek ji bav û dê û sê zarokan pêk dihat hebû, piştî ku bi mûşekan gundê Îblîn û gundên derdora wê li Cebel Elzawiyê li gundewarê Idlibê hatine armanckirin.
Û berî vê bi demeke nêzîk 11 kes ji mirovên vê malbatê bi bombebaraneke mîna vê şehîd ketin, ew jî tê wateya ku ew devera bi mebestî hatiye armanckirin, ew jî bêguman dê bibe sedema zêdebûna derdeseriyên sivîlan û debiderbûna bi deh hezarên kes ji xelkê wê deverê.
Tiştê ku pêk tê ji komelkujî û pêşdeçûnên meydanî bersiveke navdewletî rasteqîn û lezgîn jêre divê, û ji tevaya aliyên herêmî û erebî û navdewletî ve liveke cidî bo rawestandina tawanên rijêm û hevalbendên wê tê xwestin.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ji Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî û aliyên çalak daxwaza destpêkirina danîna mîkanîzmên lêpirsîn û dadgehkirina rijêma tawanbar û hemû rijêm û rêxistinên teroristî yên ku pêra alîkarî kirine dike, li ser tawanên ku wan bi dirêjiya deh salan pêk anîne, û di serî de Tawanên bikaranîna çekên kîmawî.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
3 tîrmeh 2021