Daxwiyaniyeke sersaxiyê
Bi xemgîniyeke mezin Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, mirina siyasetmedar û têkoşerê gewre Uqab Yehya, yê ku piştî kêferateke dirêj bi nexwaşiyê re îro koça dawî kir, radighîne.
Hevbendiya Niştimanî sersaxiyên germ bo gelê Sûrî û malbata rehmetî û hezkiriyên wî û tevaya heval û dostên wî pêkêş dike.
Rehmetî ta katijmêra dawîn ji jiyana xwe di postê Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî de bû, lê beşdariya wî di meydana kar û çalakiyên siyasî de li sûriyê, vedigere destpêka salên heftêyî ji sedsala bîstan, û di sala 1976 de kar li ser damezrandina Komelgeha Niştimanî ya Demoqrat kir, ji bo kartêkerkirina xebatên rikberiyê dijî rijêma Esed, û di jiyana xwe de demeke dirêj tûşî peyketina ji aliyê asayîşên rijêmê ve bibû, û di dawiya salên heyştê ji sedsala bûrî de, çû li Cezayir bi cî bû, û li wê derê çalakiyên xwe yên siyasî û romanivîsî berdewam dikirin, û ji destpêka vêketina şoreşê de di hemû waran de piştgiriya wê kir.
Koçkirina mamoste Uqab dê valahiyeke mezin di dilê her kesê ku ew naskiriye de bihêle, û kesayetiya wî ya hêmin û şareza û şiyana guhdarkirinê li bal wî û kişandina bala guhdaran di dema ku diaxivî de, dê nimûne û mînakeke hêjayî rêz û şopandinê be.
Rehmetiyê mezin ji nav me bar kir, lê bi hezarên gotar û lêkolîn û pirtûk û çîrok û romanan li pey xwe hiştin, hejmarek jê hatine belavkirin lê hinek jî hîna nehatine weşandin.
Di deh salên bûrî de me hejmarek ji ramangîr û têkoşeran ji dest dan, û divê em bi serbor û berhemên xebatên wan re wefedar bin, êşê li paş xwe bihêlin, û li karên mezin ên ku ji me tên xwestin û hîna li benda me ne vegerin.
Dilovaniya Xweda li giyanê têkoşerê gewre re
Em ên xwedê ne û em ê li wî vegerin
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
5 tîrmeh 2021