Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, hevdîtinek li gel hejmarek ji rojnemevan û akadimisyanên Tirk re lidar xist, daku dawîtirîn pêşketinên di doseya Sûriyê de gengeşe bikin, û di hevdîtinê de şiroveyek li ser rewşa Sûrî bi herdû beşên siyasî û meydanî pêşkêş kirin.
Û Elherîrî tekez kir ku giringiya tiştê ku niha rastî doseya Sûriyê dibe, dorpêçkirina ku Rûsiya û hêzên rijêmê li deverên Deraa pêk tînin e, û gefên helmetên leşkerî yên ku Rûsiya dide xelkê deverê.
Û Elherîrî bal kişand ser ku devera bakur û rojavayê Sûriyê ji aliyê Rûsiya û hêzên rijêmê ve rastî gurkirineke leşkerî tê, û bal kişand ser ku Rûsiy rêzê li rêkeftina kêmkirina şer yaku bi Tirkiyê re sala bûrî îmze kiriye naigre.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî di şiroveya xwe de li ser doseya alîkariyên mirovahî axivî, her weha pêwîstiya berdewamiya derbasbûna alîkariyan di riya dergehê Bab Elhewa re, û bal kişand ser ku metirsî hene ku Rûsiya mafê redkirinê VETO bikar bîne, daku nehêle alîkariyên mirovahî derbasî deverên rizgarkirî bibin.
Û Elherîrî tekez kir ku kêşeya rêxistina PKK ya terrorist bi navên wê yên corbicor li Sûriyê hîn ta roja îro çareser nebûye, ku hîn jî di operasyonên xwe yên terorîstî dijî sivîlan û kiryarên cihê gumanê de berdewam e, û di vê dawiyê de yek ji nexweşxaneyên bajarê Efrînê bi şêweyek yekser armanc kir û bû egera şehîdketina 24 sivîlan.
Û derbarê çareseriya siyasî , Doctor Nesir got ku asoyên çareseriya siyasî hîn girtî ne, ji ber serhişkiya rijêmê û astengkirina prosesê, û ji ber ku rijêm bixwe xwedana sîstemeke jirêçûyî ye, guh nade biryarên navdewletî, nemaze piştî lidarxistina pêkenoka hilbijartinên serokatiyê, ya ku cihê redkirina cemawerî û navdewletî bû.
Û hêjayî gotinê ye ku hevdîtina îro, sêyemîn civîna bi vî rengî ye, û serokatiya Hevbendiya Niştimanî guhdanê bi lidarxistina hevdîtinên rolane li gel rojnamevan û akadimisyanên tirk û yên biyanî dike, ji bo ronîkirina pêşketinên ku di dosya Sûriyê de çêdibin ji raya giştî re, di riya kesên rahêner û yên akadîmî re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî