Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî, nameyek arasteyî Şanderê Navdewletî yê Taybet bo Sûriyê Geir Pederson derbarê avakirina Desteya Jina Sûrî û Desteya Ciwanan li deverên rizgarkirî wek saziyên niştimanî yên serbixwe kir.
Û Elherîrî cextî li ser baweriya Hevbendiya Niştimanî bi rola jina Sûrî û ciwanan û şiyanên wan û mafê wan yên rewa di damezrandin û avakirina Sûriya demoqrat û serbixwe de kir, û hêviyên xwe anîn ziman ku Desteya Jina Sûrî û Desteya Niştimanî ya Ciwanan bibin bingeh, û beşdariya wan di avakirina dewleta Sûrî ya demoqrat û piralî de misoger bibe.
Û Elherîrî daxwaza piştgiriya vê pirojeya stratîcîk yaku dighê piştî dema veguhestina siyasî ji şanderê navdewletî kir, yaku armanc jê xurtkirina rola jina sûrî û ya ciwanan di pirosesa siyasî de li ser binyada daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên Encûmena Ewlekariyê 2018 û 2254 .
Û daxwaza pirkirina xebatên bo piştgiriya rola jinê û ya ciwanan û dabînkirina derfeta beşdariya wan di tevaya sazî û navendên çêkirina biryarê de kir, bi armanca ku bighînin Sûriya demoqeat û piralî û dadwer daku têde pirensîpa hemwelatiya yeksan û wekheviya derfetan pêk were.
Û Elherîrî tekez kir ku avakirina Desteya Jinê û Desteya Niştimanî ya Ciwanan piştî xwendin û gengeşeyên berfireh û hejmarek ji civîn û hevdîtinan li deverên rizgarkirî hat, yên ku jin û ciwanên çalak beşdarî têde kirine.
Û diyar kir ku armanc ji avakirina Desteya Jina Sûrî ew e ku guhdanê bidin karûbarê jinê, û kar li ser misogerkirina mafên wê yên destûrî û yasayî bibe, û bihêle jin di warê siyasî û civakî û aborî û yasayî de bi hêz be, daku beşdariya wê ya çalak di wergirtina postan û çêkirina biryarê de misoger bibe, û ketwarê jina sûrî di hundir Sûriyê û derve de pêşde here, û ji aliyê xwe ve Desteya Niştimanî ya Ciwanan kar li ser dabînkirina jîngeheke civakî hembêz dike û han bide ser destpêşxeriyan û kar li ser xurtkirina karîn û şiyanên wan bike, û misoger bike ku ciwanên sûrî di çêkirina biryara siyasî de beşdar bin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî