Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Qiralgeha Siûdî li ser zimanê Nûnerê xwe yê li Netewên Yekbûyî Balyoz Ebdellah Elmuelmî careka dî tekezî li ser pabendiya xwe bi biryarên Komkara Erebî dike, û destpêşxeriyên normalkirina têkliyan li gel rijêma Esed yaku di kuştina Sûriyan û koçberkirina wan û derbaskirina milîsên terorît bo Sûriyê de berdewam e ret dike.
Hevbendiya Niştimanî helwestên Siûdiyê yên neguhêr û qayîm di piştgiriya gelê Sûrî de û piştevaniya hêviyên wî yên rewa bilind dinirxîne, ji ber ku helwestên wê mîna hîmekî bingehîn e ji bo gihiştina çareya siyasî li Sûriyê.
Em careka dî tekeziyê li ser rola qiralgehê di piştgiriya pirosesa siyasî û çareya li gor daxwiyaniya Cinêvê û biryarên Encumena Ewlekariyê ya navdewletî de dikin, bo avakirina mîkanîzmeke vebir têde hemû bizav ji bo çareyê bibin yek, ji bo rawestandina tawana berdewam li Sûriyê misoger bibe, û derdeseriyên bi dehhezarên girtiyên di zîndanên Esed de bidawî were, û vegera ewle bo koçberan misoger bibe, û biryarên navdewletî cîbicî bibin.
Em careke dî bi rêz û hurmet li tevaya birayên Erebî yên ku li kêleka gelê Sûrî di pêkanîna hêvî û mafên wî de rawestiyane dinerin, yên ku bi rengekî neguhêr û çalak pabendiyê bi biryarên Komkara Erebî û yên navdewletî dikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
14 çirya paşîn 2021