Daxwiyaniyeke Sersaxiyê
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, koçadawîkirina Lîwa Mehmod Ehmed Elî wek rayedarekî ji rayedarên asayîşa navxwe di şoreşa Sûrî de, yê ku duh sêşemê canê xwe jidest daye, radigihîne.
Lîwayê koçkirî di sala 1954an li navçeya Eyn Elfîce ya gundewarê Şamê hatiye dinyayê, û berî ku ji rijêmê biqete serokê Şaxê Ewlekariya Tawanê li parêzgeha Deraa bû, û berî wê pir post wergirtibûn wek: Rêvebirê devera Dûma, serdarê polîsên Elsiwêda, serdarê polîsên Dêra Zorê û serokê ofîsa lêkolînên stratîcîk û pilankariyê di wezareta navxwe de, û di destpêka sala 2013 de cudabûna xwe ji rijêmê ragihand, û berê xwe da gelê Sûrî û tevlî refên şoreşa Sûriyê ya gewre bû.
Lîwayê ku ji vê jiyanê bar kir, piştî ku ji rijêmê veqetiya kar li ser hevrêzî û rêkûpêkkirina kesên ji hêzên ewlehiya navxwe û hêzên polîsan cuda bûne di hejmarek ji laşan de kar kir, û li gel wezareta navxwe di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de xebitî, û di riya şarezaya xwe ya berfireh re li ser pêşdebirina karê wezaretê û rêkûpêkkirina karê polîsan kar kir.
Hevbendiya Niştimanî sersaxiyên xwe yên germ ji malbat û dost û hevalên rehmetî re pêşkêş dike, û hêviya dilovaniyê jêre dixwaze, û ku xwedayê mezin rehmetî di buhişta berîn de bicî bike.
Em yê xweda ne û em ê lê vegerin
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
15 kanûna pêşî 2021