Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Çarê nîsanê salvegera pêncemîn ya komelkujiya Xan Şêxon e, yaku têde rijêma Esed taxên bajêrê Xan Şêxon li gundewarê Idlibê bi mûşekên bi gaza sarînê ya jehrê barkirî bombebaran kiribû, û 91 sivîl hatibûn kuştin, û hejmara birîndaran gihîşte 52 kesan.
Komîteyên navdewletî û saziyên mafnasî, çesipandin ku rijêma Esed di ber vê komelkujiyê de berpisyar e, û rapora navdewletî yaku Mîkanîzma Lêpirsînê ya Hevbeş amade kiriye ev yek tekez kir, û got ku rijêm di ber avêtina gaza sarînê li ser Xan Şêxonê di 4 nîsana 2017 de berpisyar e.
Hevbendiya Niştinamî careke dî tekeziyê li ser pêwîstiya kartêkerkirina madeya 21 ji biryara 2118 ya biryarên Encumena Ewlekariyê yên girêdayî bi sepandina rêşûnên pirosesa dijî rijêmê li gor werza heftan dike, û Hevbendiya Niştimanî careka dî daxwaza bicîanîna dadweriyê û dadgehkirina rijêma Esed li ser tawanên cengê yên ku dermafê gelê Sûriyê bi dirêjiya salên bûrî pêk anêne kir.
Cihê guncaw bo rijêma Esed Dadgeha Tawanên Navdewletî ye, û em hişyariyê ji rizgarkirina wê ji lêpirsîn û cezakirinê didin, wek mafdanê bo giyanê bi sedên hezaran ji qurbaniyan, û daku rijêma Esed a zordar û tawanbarên dîtir li ser bikaranîna çekên qedexekirî dijî sivîlan han nede, û ew jî çekên lîmawî bi dilekî rehet, ji ber ew dizanin ku dê ji sizayê rizgar bibin, bikar neynin.
Vê rijêmê çesipand ku ew rijêmeke tawankar û diktator e, di riya kiryarên xwe yên ku li ser binyata kuştin û wêrankirin û siyasetên li ser hevpeymaniya li gel rijêmên dîktator ava bûye, û di salên bûrî de ev yek eşkere bû, ji ber ku rijêmê bi sedên hezaran ji sûriyan kuştin, û îro piştgiriya êrîşkariya Rûsiya li ser gelê Okranya dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
5 nîsan 2022