Sibeha îro sêşemê, yekemîn balefira hecaciyên Sûrî ji balefirxaneya Îyaleta Gazî Entab ya Tirkiyê berve balefirxaneya Cedê ya navdewletî firiya, daku hecaciyên Sûrî ferza hecê ya îsal bi serpereştiya Komîteya Heca Sûrî ya Bilind bicî bînin.
Û koma yekemîn ya heciyan yaku hejmara wan 303 kes bû, ji deverên Sûriyê di riya derwazê sînorî yê Bab Elselamê re hatibûn aliyê Tirkiyê, û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî, yê ku Serokê Komîteya Hecê ye jî Ebdilrihman Mustefa li gel tîmê rêvebir, pêşwaziya wan kir, û tîmê rêşûnên rêxweşkirina veguhestin û derbasbûna heciyan di xalên sînorî re û li firokexaneyan şopandin.
Tê zanîn ku Qiralgeha Erebistana Siûdî, para Sûriyê ji werzê heca îsal (1443k – 2022z) bi deh hezar û 186 hesan destnîşan kiriye, piştî 2 salan ji rawstana pêşwazîkirina hecacên ji derveyî Qiralgehê bi sedema bêtara korona.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî