Desteya Jinê ya Sûrî zincîrek ji çalakî û rahênanên siyasî di çarçoveya piştgirî û xurtkirina rola jina Sûrî di warê siyasî û civakî û ragihênanî de didomîne, û saziyê bi pişikdariya li gel Yekîneya Piştgiriya Aramiyê li bajarê Xazî Entabê, rûniştineke diyalogî di bin navê “Lêpirsîn û Sizakirin di Destûrê de” bi beşdariya Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Ruba Hebûş û endamê Komîteya Destûrî Tariq Elkurdî li dar xist.
Û rûniştinê mêvandariya jinên Sûrî yên di karûbarê siyasî û civaka sivîl de çalak in kir, û jinên beşdar giringiya rêya siyasî di rûbirûbûna rijêmê de û bizavên bo avakirina hevbendiyekê di nabvbera saziyên mafnasî û sivîl de bo xebatên lêpirsînê di civakên navdewletî de, daku rijêmê bajon pêşiya dadgehên navdewletî anîn ziman, û tekezî li ser bizavên bo derbaskirina rewşa pûçbûna yasayî di warê dadgehnekirina rijêma Esed de, û gera li mîkanîzmên yasayî bo bidawîkirina tundiyê û çanda rizgarbûna ji sizayan ya weke rêbazekê ye li bal rijêma Esed ji dema hatiye ser desthilatê kirin.
Û Elkurdî li ser rêyên gengaz bo lêpirsîn û sizakirinê li Sûriyê axivî, û şiroveyek li ser Dadgeha Tawanên Navdewletî û dadgehên taybet û mîkanîzmên veguhastina doseya Sûriyê bo wan dadgehan pêşkêş kir, û bi kurtî behsa serboriyên berê kir, û tekezî li ser xebata nûnerên şoreş û rikberiya Sûriyê kir, ji bo xistina pêvajoya dadmendiya veguhêz di destûrê Sûrî de, ji bo kartêkerkirina wê û misogerkirina diyarkirina rastiyê, û mukurhatin bi mafên qurbaniyan bibe, û berdêl û çaksazkirina dezgehan çêbibe, piştî ku veguhastina siyasî ya demoqratîk pêk were.
Û Seroka Desteya Jinê ya Sûrî Ruba Hebûş, tekezî li ser giringiya hebûna jinê di prosesa dadmendî û veguhastin û lêpirsîn û sizakirinê de kir, daku pêkanîna aştiya civakî misoger bibe, bi hêviya ku ev hewildan dest bi rêya dirêj bike, daku Sûriya ji kiryarên rijêma gendel rizgar bibe, û serdemeke nû bi lêpirsîna tawanbaran dest pê bibe, û deh salên ku têde ji cezayan rizgar bûye bidawî bibin, daku dewleta dadmendî û yasayê di Sûriya nû de ava bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî