Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, daxwiyaniyên Serokwezîrê Demkî yê Libnanê Necîb Mîqatî şermezar kirin, ew daxwiyaniyên ku gef dane civaka navdewletî derbarê vegerandina penaberên Sûrî bo welatê wan.
û Mîqatî berpirsiyariya krîzên ku Libnan têre derbas dibe, xistibû stûyê penaberan de, bêyî berçavgirtina metirsiyên li ser jiyana wan penaberan eger vegerin herêmên di bin kontrola rêjîma Esed de.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke rojnamevanî de îro got ku bandora Îranê û milîsên Hizbullah li ser Hikûmeta Libnanê û kontirolkirina wê ji biryarên wî welatî re, hişt ku gazinan ji penaberan bike û li bihaneyekê ji têkçûnên xwe re bigere, di dema ku milîsên hizbullah ta niha yek ji sedemên sereke yên derdeseriyên sûriyan û koçberkirin û penaberkirina wan e.
Û daxwiyaniya Hevbendiya Niştimanî got ku ev daxwiyanî hevdem e li gel Roja Cîhanî ya Penaberan, ya di 20 hizêranê de ye, roja ku ji bo kişandina bala cîhanê li ser rewşa gelên bindest, yên ku zordariyê dibînin û ji neçarî dest ji welatê xwe berdidin û li cihekî dûrî zordarî û serkutkirin û çewsandinê li jiyaneke ewle digerin, destnîşan bûye.
Û daxwiyaniyê daxwaza pêwîstiya parastina mafên penaberan li seranserî cîhanê li gorî yasa û urfên navdewletî kir, daku parastin û alîkariya wan û mafên wan ên civakî misoger bibe, û li gorî serhejmariya saziyên navdewletî, 13 milyon penaberên Sûrî li seranserê cîhanê hene, di nav de 6.9 milyon li hundirê welêt derbider bûne.
Û tekez kir ku Sûriya bi sedema tawanên rijêma Esed û milîsên mezhebî, ji bo vegera penaberan ne ewle ye, û hişyarî da ku çi vegerandina penaberên Sûrî bi awayekî kotekî, weke pêngava yekemîn e ji bo girtin an binçavkirin an kuştinê ji hêla rijêma kujer ve.
Û Hevbendiya Niştimanî cext kir ku ji civaka navdewletî tê xwestin ku pirosesa siyasî berve pêşde bibe, û biryarên navdewletî û yek jê biryara 2254 cîbicî bike, daku veguhastina siyasî yaku rê ji vegera penaberan re bi awayekî ji dev xwe û bi rûmet û ewle xweş dike pêk were, û rijêma Esed li ser tawanên cengê yên ku pêk anîne û hîn jî dermafê gelê Sûriyê pêk tîne bête dadgehkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî