Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Îro nehemîn salvegera komkujiya ku rijêma Esed li gundê Resim Elnefel li gundewarê başûrê Helebê pêk aniye ye, yaku têde li gorî çalakvanên deverê 208 sivîl hatibûn kuştin, û Tora Sûrî ya Mafên Mirovan 192 qurbaniyên wê komkujiyê belge kiribûn, 27 ji wan zarok û 21 jin bûn.
Komkujiya Resim Elnefel ya sala 2013yan, kîn û xwînrêjiya rijêma Esed û alîgirên wê eşkere kir, ji ber ku sivîl bi serjêkirinê kuştin û şewitandin û bi komî bidarve kirin, û di pey re ev avêtin kortekê mîna korta Taxa Eltedamun, daku bihêlin dayîk bibînin ku çawa zarokên wan tên şewitandin bêyî ku karibin tiştekî ji wan re bikin, û di pey re bi heman şêweyî dayikan jî dikiujin, bi pêkanîna tawaneke cengê yaku nayê salxdan.
Rijêma Esed rijêma qirkirinê ye, xwe dispêre serkutkirin, komkujî û girtina her kesê ku li dijî wê derketiye û siyaseta wê ya tawanbarî rexne kiriye, û rizgarbûna rijêmê ji sizayan hişt ku pêşiya xwe vala bibîne û hîn bêhtir tawanan dermafê gelê Sûrî yê şoreşger li curbecur parêzgehên Sûriyê pêk bîne, û milîsên mezhebî û rêxistinên terorist dijî gelê Sûriyê bikar bîne.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku rijêma Esed kiryarên xwe bi dirêjiya salên berê neguhartin û nejî diguhêre, ji ber ku ew li ser terorê ava bûye, û berdewamiya hebûna wê metirsî ye li ser gelê Sûriyê, çi li deverên rizgarkirî be an li deverên di bin kontirola rijêmê de be, lewra dadgehkirina rijêma Esed û cîbicîkirina veguhastina siyasî li Sûriyê li gorî biryara Encumena Ewlekariyê 2254, di xizmeta tevaya sûriyan de ye, û dibe destpêka avakirina kartêker ya Sûriya nû, ya dê li ser bingeha azadî û dadmendî û rûmeta mirovan ava bibe.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
22 hezîran 2022