Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, daxwiyaniyên Serokwezîrê Demkî yê Libnanê şermezar dike, ew daxwiyaniyên ku gef dane civaka navdewletî derbarê vegerandina penaberên Sûrî bo welatê wan, û xistina berpirsiyariya krîzên ku Libnan têre derbas dibe di stûyê penaberan de, bêyî berçavgirtina metirsiyên li ser jiyana wan penaberan eger vegerin herêmên di bin kontrola rêjîma Esed de.
Bandora Îranê û milîsên Hizbullah li ser Hikûmeta Libnanê û kontirolkirina wê ji biryarên wî welatî re, hişt ku gazinan ji penaberan bike û li bihaneyekê ji têkçûnên xwe re bigere, di dema ku milîsên hizbullah ta niha yek ji sedemên sereke yên derdeseriyên sûriyan û koçberkirin û penaberkirina wan e.
Ev daxwiyanî hevdem e li gel Roja Cîhanî ya Penaberan ya di 20 hizêranê de ye, roja ku ji bo kişandina bala cîhanê li ser rewşa gelên bindest, yên ku zordariyê dibînin û ji neçarî dest ji welatê xwe berdidin û li cihekî dûrî zordarî û serkutkirin û çewsandinê li jiyaneke ewle digerin, destnîşan bûye.
Li gor serhejmariya saziyên navdewletî, 13 milyon penaberên Sûrî li seranserî cîhanê hene, di nav de 6.9 milyon li hundirê welêt derbider bûne, ji ber wê yekê Hevbendiya Niştimanî daxwaza pêwîstiya parastina mafên penaberan li seranserî cîhanê li gorî yasa û urfên navdewletî dike, daku parastin û alîkariya wan û mafên wan ên civakî misoger bibe.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku Sûriya bi sedema tawanên rijêma Esed û milîsên mezhebî, ji bo vegera penaberan ne ewle ye, û hişyariyê dide ku çi vegerandina penaberên Sûrî bi awayekî kotekî, weke pêngava yekemîn e ji bo girtin an binçavkirin an kuştinê ji hêla rijêma kujer ve.
Ji civaka navdewletî tê xwestin ku pirosesa siyasî berve pêşde bibe, û biryarên navdewletî û yek jê biryara 2254 cîbicî bike, daku veguhastina siyasî yaku rê ji vegera penaberan re bi awayekî ji dev xwe û bi rûmet û ewle xweş dike pêk were, û rijêma Esed li ser tawanên cengê yên ku pêk anîne û hîn jî dermafê gelê Sûriyê pêk tîne bête dadgehkirin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
22 hezîran 2022