Monday, May 5, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Daxwiyanî

Zordariya li Ser Xûta Rojhilat Qirkirin û Tawaneke Dijmirov e

February 24, 2018
in Daxwiyanî
Reading Time: 5 mins read
A A

Daxuyaniyeke Rojnamevanî

Xûta rojhilat bi dirêjahiya şeş salên berdewam dorpêç bûye, û 1700000 ji nişteciyên wê bi sedema zoradriyeke hovane hatine koçbarkirin, û tax û jêrxana bingehîn û nexweşxane û xwendingeh û bazarên wê hatine bombebarankirin, ku rewşa wê bûye bobilat û ligor peyva sikirtêrê giştî yê NY bûye dujeh.

Her ji sala 2012’an, 23 hezar sivîlên Xûta rojhilat hatine şehîdkirin bi sedema êrîşên berdewam yên firokên Esed û Rûsiya û êrîşên milîsên terorîst yên Îranê, ku zêdetir ji duhezar sivîl hatine kuştin û nêzîkî 5 hezarên din hatine birîndarkirin û 23 nexweşxane û navendên saxlemiyê wek navenda Bêtsewa ya saxlemiyê û navenda Rehmê ya pizîşkî û nexweşxaneya Cober û nexweşxaneya E’erbîn bi sedema bombebaranê jikar ketine bitenê di heyamê sê heyvên borî de, ku heta şikeft û penageh têne bombebarankirin, wek kuştara penageha Bêtsewa ku mezintirîn nemûneye li ser kiryarên qirkirinê, ku du kes û 40 zarok û jinek hatin kuştin di wê kuştarê de.

Ev zordarî ji aliyekê dibe bi serkêşiya firokên Rûsiya yên ji firokxaneya Himêmîm radibin, û mîlîsên Îranê ji aliyekî din rê li pêşiya derbasbûna karwanên alîkariyên mirovî yên NY digirin, ku ev yek bûye sedema peydabûna bobelateke mirovî û kêmbûna derman û keresteyên xwarinê û pêdawîstiyên pizîşkî, ligor ragihandina hikûmeta demkî û encûmenên xwecihî ku bersivdana barê tengaviyan nizimtir bûye ji 30% ji pêdawîstiyên herî kêm .

Tevlî ku Xûta rojhilat beşek bû ji navçeyên rêkeftina kêmkirina tundutîjiyê û ev yek li civîna Viyêna li 26 çileyê pêşiya borî hat tekezkirin, û hêzên şoreşê pabend bûn bi vê rêkeftinê, lê ev rêkeftin ji aliyê milîsên terorîst yên Rijêmê û Îranê bi piştgiriya firokên Rûsiya hat binpêkirin, û oparesyonên hovane yên bikaranîna bombeyên denemêt û napalim û gaza kilora bi jehr û bermîlên teqîner bûne sedemê wêrankariya tevaya dîmenên mirovî li Xûta ku niha bi tenê nêzîkî 400 hezar kesên dorpêçkirî têde dijîn û di nav wan de bi sedên nesax û nexweş hene yên pêwîstiya wan bi çareseriyeke bilez ya pizîşkî heye.

Ku xemsariya Civaka navdewletî û nedadgehkirina tawankarên tawanên dijemirov, ji wan tawana kêmiyabarana Xûta li sala 2013’an, û piştire sê caran dubarekirina bikaranîna çekên kêmiyayî, ku hersê caran li destpêka îsal hatin bikaranîn, hevdem ku Rûsiya tawanbaran ji sizayan rizgar dike, bûye fakterek ji bo zêdebûna asta tawanên şer heta radeyeke hovane.

Her li ser van bûyeran û nemaze piştî tohmetbarkirina bergiriya sivîl bi terorê ji aliyê balyozê Rûsiya li konseya ewlekariyê, û herwiha piştî pêkanîna komkujiyên li Xûta rojhilat, hîç gomanek nemaye ku şerekî qirkirinê yê rêbazkirî li Xûta bêcudahî dibe ji aliyê Rûsiya û Esed û Îranê, hevdem ku meremên Rûsiya li ser sizadana xelkê Sûriyê ji ber redkirina pilana Rûsiya li Soçî hatine eşkerekirin.

Lewra Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî her li ser van xalan tekez dike:

1- Rûsiya aliyekî sereke yê şer û hevrikiyê li Sûriyê ye û li dijî gelê Sûrî ye, û ligor peymana NY nabe dengdan ji aliyê dewletekê bibe li ser pirojebiryaran ku ew bi xwe aliyek yê hevrikiyê be, ji ber ku pêdiviye hemû pirojebiryarên konseya ewlekariyê yên taybet bi rewşa Sûriyê li dijî Rûsiya bên pêşkêşkirin, û bi vî awayî vîtoya Rûsî nikare biryarên konseya ewlekariyê pûç bike.

2- tişta niha li Xûta rojhilat dibe, şerê qirkirinê ye û tawanên dijemirov in, ku berovajî ligel yasa navdewletî û yasa navdewletî ya mirovî ne, û encamderên wê hemû berpirsyariyê derbarê vê yekê hildigrin, û nabe ji siza û dagehê di bi çi behaneyan de bêne rizgarkirin.

3- Rûsiya rasterast berpirsyar e li hember vê yekê ji ber tevlîbûna wê di oparesyonên leşkerî û bombebaranê de, û herwiha ji ber ku ew rê digire li pêşiya rêşûnên pêwîst ji aliyê konseya ewlekariyê yên ji bo agirbestê û gihandina alîkariyên mirovî.

4- riftarên Rûsiya û hevalbendên yê bi xwînî xizmeteke belaş didin bo rêxistinên terorê yên bêsînor, tevî ku lawazkirina artêşa azad dikeve di xizmeta berjewendiya girûpên terorîstî de, yên bi awayekî eşkere hemahengiyê ligel Rijêmê dikin û bi piştgiriya Hizibulaha terorîst û milîsên terorîst yên Îranê ji cihekî bo cihekî din têne raguhestin.

5- Hevbendî daxwaza karakirina madeya 21 ji biryara konseya ewlekariyê ya 2118 dike ya hatiye li ser sizakirina bikarhênerên çekên kêmiyayî li Sûriyê dibin benda heftan de.

6- Rûsiya pişt guhê xwe tavêje ku gelê Sûriyê û artêşa azad bi xwe qurbaniyên terorê ne û li dijî terorê disekinin, û bikaranîna terorê wek behane ji bo êrîşkirina li ser Xûtayê riftareke nayê pejirandin û dûr ji rastiyê ye û tê bi hewla lawazkirina bizavên aştiyê yên navnetewî ji aliyê NY li Sûriyê.

7- Hevbendî ji konseya ewlekariyê dawaz dike ku bi erkên xwe rabe li hember xelkê Xûta, ûdaxwaza lidarxistina civîneke taybet ji bo vê yekê ji NY dike, û daxwaza redkirina hewlên Rûsiya dike yên jikarxistina dadgeha navdewletî û herwiha êdî qebûl nake ku gelê Sûrî ji aliyê konseya ewlekariyê piştguh bibe û ji aliyê balyozê Rûsiya û balyozê rijêma Esed derew bêne kirin û hevdem rê bête girtin li pêşiya gelê Sûriyê ku berevaniyê di ber xwe de bike.

8- Hevbendî destxweşiyê li xwerageriya gelê meyê qehreman li Xûta û li qehremaniya çekdarên artêşa azad dike li ser bergiriya wan ji bo xelkê û rûmeta wan, û piştgiriya xwe li ser hemû astan ji bo wan piştrast dike û bi hemû awayan hewl dide ji bo dabînkirina pêdawîstiyên xweragiriyê li hember êrîşên zordaran.

9- em daxwaza rakirina dorpêçkirinê bilez dikin û daxwaza tawanbarkirina milîsên Îranê û yên din dikin yên bi dirêjahiya salên borî Xûta rojhilat dorpêç dikin bi armanca peydakirina guhertina demografîk jo bo berjewendiyên rijêma mezhebperist ya Tehranê, ku xelkê Sûriyê li hember vî pirojeyê mezheperist xwînê dirijînin ji bo parastina navçeyê bi yekcarî.

10- Hevbendî daxwaza girev û xwepêşandanan li hember balyizxaneya Rûsiya ji revenda Sûrî û Erebî û gelên dost dike ji bo rawestandina vê zordariya bêsînor û şermezarkirin û hetikandina tawanên êrîşkaran li pêşiya raya giştî ya cîhanê û saziyên mirov yên navdewletî.

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê

Ofîsa Ragihandinê

23 reşemeh 2018

ShareTweetSend

Related Posts

Daxwiyanî

Derbarê peymana agirbesta li Xezzeyê

January 16, 2025
Daxwiyanî

Derbarê hevdîtina serkirdayetiya Hevbendiya Niştimanî bi serkirdayetiya rêveberiya nû ya Sûriyê re

January 12, 2025
Daxwiyanî

Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê dide bi koçadawîkirina Şêx Sariya El-Rifaî

January 6, 2025
Next Post
Toreke Mafnasî: Nêzîkî 13 Hezar Kes Li Xûta Bi Destê Hêzên Rijêmê û Hevalbendên Wê Hatine Şehîdkirin Her Ji Sala 2011’an ve

Toreke Mafnasî: Nêzîkî 13 Hezar Kes Li Xûta Bi Destê Hêzên Rijêmê û Hevalbendên Wê Hatine Şehîdkirin Her Ji Sala 2011'an ve

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.