Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, bi xemgîniyeke mezin koça dawî ya mamoste Cîhad Meter, endamê Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî û nûnerê parêzgeha Reqayê radighîne, Meter yê ku di temenê 56 salî de ji ber kirîza dil li Îyaleta Rihayê li Tirkiyê koça dawî kir.
Rehmelê, mamoste Meter gelek beşdariyên wî di warê siyasî û yasayî de hebûn, û ji destpêka şoreşa Sûriyê de tevlî çalakiyên li dijî rijêma Esed bû, û di dirêjiya salên bûrî de xebat ji bo pêkanîna armancên şoreşa Sûrî dikir.
Em sersaxiyê ji malbat, kesûkar û dostên mamosteyê ji nav me bar kiriye re pêşkêş dikin, û lêbûrîn û dilovaniya xwedayê mezin jê re dixwazin.
Em ên xweda ne û em ê lê vegerin
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
5 nîsan 2023