Niştecihên Xûta rojhelat li gundewarê Şamê du zarokên şehîd bi cawê ko diruşma Netewên Yekgirtî li ser e pêçane, wek derbirîna hêrsê ji bêçaretiya rêkxistina navdewletî ko nikare biryarên Encûmena ewlehiyê cîbicî bike.
Encûmena ewlehiyê biryara 2401 derxist ya ko dibêje 30 rojan bi kêmanî dê şer raweste bi taybetî li Xûta rojhelat, û alîkariyên mirovî ji kesên hewcedar re derbas bibin.
Rêkxistina lêborîna navdewletî got “ qet gotin nikarin salixê rewşa Xûta Rojhilat bidin”, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ko rê li êrîşên Esed û Rûsya bigirin.
Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê berpirsiyarî da ser milê Rûsya û ji Emerîka daxwaz kir ko bilez tevbigere tako nehêla Rûsya biryarê bi tena serê xwe bistîne.
Toreya Sûriyê ya mafên mirovan îro got ko Rûsya berpirsiyara kuştina 6019 sivîlan e, ji nav wan 1708 zarok in û di raporta xwe de ya li jêr navê ‘’ istiratîciya kuştin û jiserxweçûnê‘’ tekez kir ko Mosko bi hezaran tawankarî li Sûriyê pêk anîne û rêjîm ji sizaya diparêze ji ber mafê xwe yê vîto berdewam li Encûmena ewlehiyê bikar tîne.
Serokê birêveberiya ragehandinê ya Hevbendiya niştimanî Ehmed Remedan dibîne ko şehnaziya serokê Rûsya Viladîmêr Potîn ko wan 120 cûreyên çekan li Sûriyê bikar anîne karekî serşorî ye.
Bal kişand ser ko rewşa mirovî li Xûta rojhelat bobelatî ye û got xelk li jêrzemînan ji du hefteyan ve dorpêçkirî ne û bi yekcarî xwarin û derman nemane û operasiyonên rizgarkirinê û rakirina wêraniyê ji ser wan pir aloz e û çareserkirina rewşên awarte kêmtir ji 20% dibe.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî