Hevbendiya Niştimanî Sûrî û Encûmena Islamî Sûrî tekez kir ko Rûsya li behaneyan digere ji bo niştacihên Xûta rojhelat koçber bike û guhertineke dîmugrafî li wir pêk bîne, û gotin ko Mosko hemû pêşinyazên ji bo çareseriyê û rawestandina şer û kuştina komelî red kirin
Di hevdîtina hemû endamên desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî bi amadebûna serokê desteya danûstandinan Nesir Elherîrî îro duşemê digel endamên Encûmena Islamî Sûrî ji bo mijara êrîşên leşkerî yên li dijî Xûta rojhelat ya ko bi sedan di rojên borî de ji ber hatine kuştin gotûbêj kirin.
Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî Selwa Iksoy got ku bûyerên li Xûta rojhelat dibin operasiyonên qirkirina komelî û cihê şermezariyê ne, dîsa daxwaz kir ji bo biryara Encûmena ewlehiyê bilez û di cih de cîbicî bibe.
Elherîrî di civînê de got ku rêjîm û Rûsya pabendî bi agirbesta biryara 2401 nekirin, û dît ku sedema wê jî nebûna mîkanîzmên cîbicîkirina biryara Encûmena ewlehiyê , û dibîne ko ev rastiya Netewên yekgirtî diherifîne.
Elherîrî got ku desteya danûstandinan digel çend dewletên di dosya Sûrî de kartêker in axiviye, bi amanca rawestandina tawankariyên cengê li Xûta rojhelat, û got ku giring e hêzên şoreşê destên hev bigirin beraber hewildanên ko dixwazin şoreşa Sûriyê têk bidin.
Endamê Encûmena Islamî Sûrî Eymen Şe’banî bal kişand ser ko Mosko çi pêşinyar ji bo derxistina Cebhet Elnesre ji Xûta rojhelat nepejirandin, û tekez kir ko ew bi mebest wisa dike bi amanca ko niştecihan koçber bike û herêmê wêran bike.
Şe’banî ji Hevbendiyê û desteya danûstandinan daxwaz kir ko bêtir bizavên siyasî bikin û danûstandinê bi dewletên piştgiriya şoreşa Sûriyê dikin re bikin, ji bo operasiyona tund ya dijî niştecihên Xûta rawestînin û biryara 2401ê ya ji bo 30 rojan agirbest pêk were û alîkariyên mirovî derbas bibin cîbicî bibe.
Jêder: Nivîsgeha ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî